Nobedarên hefteya 290. koma ji Viyana ye

Nobeda "Azadî ji Ocalan re" ku ev 2 hezar û 26 roj in li ber avahiya Konseya Ewropayê dewam dike, ji aliyê koma ji Viyanayê ve didome.

Nobeda, "Azadî ji Ocalan re", ku 25'ê Hezîrana 2012'an li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê dest pê kir, hefteya 290. li dû xwe hişt.

'OCALAN JI BO GELÊN KU JI ŞER BÊZAR BÛNE, PROJEYA AŞTIYÊ PÊŞKÊŞ KIR'

Ji roja Yekşemê û vir ve koma ji paytexta Awûtûrya Viyanayê hatiye, nobedê digire. Endamên vê komê Mûhamed Heso û Armanc Kobanê, roja ji Kurdistaniyên din destekê digirin.

Heso û Kobanê, ji roja Yekşemê û vir ve li ser jiyan, nêrîn û têkoşîna Ocalan agahiyê didin mirovên li vê derê. Çalakger jî bi baldarî li nêrînên Ocalan guhdarî dikin. Nobedar destnîşan dikin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan projeya jiyana bi hev re û aştiyê pêşkêşî gelên Rojhilata Navîn kiriye ku ji şer bêzar bûne.

DI NAVA 5,5 SALAN DE BI SED HEZARAN KESÎ RE DIYALOG HATE KIRIN

Nobeda "Azadî ji Ocalan re" çalakiya herî demdirêj a Kurdistaniyan e ku hefteyê heft rojan bê navber dewam dike. Heta niha ji hemû wleatên Ewropayê Kurdistanî û dostên wan tevlî çalakiyê bûne.

Di çarçoveya çalakiyê de bi sed hezaran belavok, broşur û pirtûk hatine belavkirin û têkilî bi mirovên ji welatên cuda yên cîhanê re hatiye danîn. Komîteya amadekar a çalakiyê beriya niha dabû xuyakirin ku haya raya giştî ya navneteweyî zêde ji jiyan û nêrîna Ocalan nîne, lewma ev çalakî di heman demê de dîplomasiyeke gel e.