Nobeda jinan a li ser sînor destpê kir
Nobeda jinan a li ser sînor destpê kir
Nobeda jinan a li ser sînor destpê kir
Jinên bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Hemberî Jinê ji bo destekkirina YPJ'yiyên berxwedêr hatin ser sînor, dest bi nobedê kirin. Jinan gotin, "Li dijî DAIŞ'ê em li kobanê û Şengalê ji berxwedana dîrokî ya jinan re şahidiyê dikin."
Jinên bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Hemberî Jinê hatin ser sînor, di nobedê de ne. Jinên ku li ser xeta sînor îro dest bi çalakiya nobedê kirin, wê heta 25'ê Mijdarê bi şev û roj nobedê bigirin û destekê bidin jinên YPJ'yî yên li Kobanê li ber xwe didin. Li ser banga Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH), Tevgera Jinên Demokratîk hat ser sînor û li gundê Mehser qada berxwedanê daxuyaniyek da çapemeniyê. Bi sedan jinên ji Stenbol, Edene, Îzmîr, Mêrsîn û Dêrsimê hatin, tevlî çalakiya nobedê bûn.
Endama tevgerê Gulçîn Ozer li ser navê komê daxuyanî da û diyar kir ku emperyalîst bi taybetî li hemberî jinan şerekî qirêj dimeşînin û got, "Li Kurdistan a ku polîtîkayên şer lê tên meşandin, bi taybetî li Şengal, Kobanê û Rojava bi sedan jin weke xenîmeta şer hatin dîtin û li bazarên koleyan tên firotin." Ozer bal kişand ser şerê jinên Kurd ên li Rojava yên li dijî van polîtîkayan û destnîşan kir ku li li Kobanê û Şengalê jin berxwedaneke dîrokî nîşan didin.
'BILA TEVAHIYA CÎHAN BIHERIKE SER SÎNOR'
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Em ji têkoşîna dîrokî ya jinan a li dijî terora çeteyên destekê ji dewletan distîne re, şahidiyê dikin. Weke Tevgera Jinan a Demokratîk em hemû jinên berxwedêr ênli her devera cîhanê silav dikin. Em berxwedana jinên Şengalî, Kobaniyî û tevahiya Rojhilata Navîn a li hemberî vê hovîtiyê, silav dikin. Em bang bang li tevahiya cîhanê dikin ku xwedî li vê têkoşînê derkeve û biherike ser sînor."
Daxuyanî bi dirûşmên "Jin Jiyan Azadî" yên jinan bi dawî bû.