Nobeda Heyeta Îmraliyê ya li Strasboûrgê qediya

Heyeta Îmraliyê ya Navneteweyî, ku ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Konseya Ewropayê rêze hevdîtin kir û nobeda 'Ji Ocalan re Azadî' girt, çalakî dewrî komeke nû kir.

Parêzerê Nelson Mandela Essa Moosa, endamê Komîsyona Aştî û Edaletê ya Îngilîstanê papaz Joe Ryan, Civaknas Dr. Radha D'Soûza, Seroka Koma Welatiyan a Tirkiye-Ewropayê (EUTCC) Karîna Westerheîm, Prof. Thomas Mîlley, parlamenterê Parlamenta Federal a Elman Andreas Hûnko jî di nav de, siyasetmedar û akademîsyenên ji roja Duşemê û vir ve çalakiya nobedê digirin, çalakî radestî komeke nû kirin.

Heyeta Îmraliyê ya Navneteweyî di nava 4 rojan de, di serî de Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) bi nûnerên gelek saziyên li Strasboûrgê re hevdîtin kir û da zanîn, ku ew ê şopdarê van hevdîtinan be.

Parêzerên di nava heyetê de cih digirin her wiha civînek lidar xistin û plansaziya ji niha û pê ve ya li ser gavên hiqûqî, amade kirin. Endamên eheytê piştî civîna nirxandinê ya îro li Strasboûrgê pêk bînin, wê vegerin welatên xwe.

...