Nobeda Edelat û Azadiyê didome

‘’Nobeda Edelat û Azadiyê’’ ya duyemîn hate lidarxistin. Di çalakiyê de hate xwestin radyo û televizyonên ku hatine girtin werin vekirin.

‘’Nobeda Edelat û Azadiyê’’ ya duyemîn li ber Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê hate pêkanîn. Di çalakiyê de xebatkarên Ozgur Gundem û TV 10’ê jî hebûn û pirî caran dirûşmên ‘’Ozgur Gundem nikare were bêdenkirin’’, ‘’Bila Rewşa Awarte rabe, em azadî dixwazin’’, ‘Çapemeniya azad nikare were bêdengkirin’’ hatin berzkirin.

EFE: EM Ê NOBETÊ BIDOMÎNIN

Di çalakiyê de nûnerê TÎHV’ê Umît Efe axivî û got, ‘’Her heftî roja Sêşemê heta ku zext û zordarî bi dawî bibin em ê çalakiya xwe bidomînin.’’

KAVAK: DARBE LI KEDKARAN HATE KIRIN

Seroka Sendîkaya Kedkarên TendirustÎ û Sosyal (SES) Fadîma Kavak got: ‘’Piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê bi hezaran kedkar ji kar û barê wan hatine kirin. Ji hêla me ve darbe bi ser ketiye, ji be ku darbeya esasî li ser me kedkaran kirin.’’

Sekreterê Odeya Tebîban Huseyîn DemÎrdîzen jî wiha anî ziman: ‘’Demokrasî azadiya gerîna li heq û hiqûqê ye. Demokrasî ew e ku mirov bikaribe fikrê xwe bi azadî bibêje.’’

AKSOY: DIVÊ OZGUR GUNDEM BIGIHIJE BER DESTÊ XWENDEKARÊN XWE

Edîtorê Ozgur Gundemê Gunay Aksoy jî wiha axivî: ‘’Ev 20 sal in li ser me zext û zordarî tê kirin. Bi mebesta piştevaniyê ji bo ‘Rêveberiya weşana giştî ya nobedar’ her roja hefteyê em tên îfadeyê didin Edlîyeya Çaglayanê. Xebatkarên rojanameyê dixwazin Ozgur Gundem dest bi weşana xwe bike û bigihije ber xwendekarê xwe.’’

KIŞIN: BI SERDEGIRTINA KORSANÎ

Endamê Desteya Rêveber a TV 10 Turabî Kişin: ‘’Kedkarên hêja yên çapemeniyê beriya bi hefteyekê em jî weke we li pişt kamerayên xwe bûn lê niha em li pêş wan in, bi korsanwarî televizyona me girtin, dest li ser firaxên me deynan. Em hêvî dikin ku dîsa em bi we re biçin pişt kamerayên xwe.”

OKATAN: FREKANSA ME JÎ DAGIR KIRIN

Koordînatora Giştî ya Weşana Ozgur Radyo Derya Okatan jî got: ‘’Deriyê me şikandin û xebatkarên me bi lêdanê binçav kirin. Vê jî têrê nekir, frekansa me ji hêla hin saziyên din ve hate desteserkirin. Niha li ser frekansa me bi awayekî derhiqûqî weşanê dikin, RTUK têkildarî vê rewşê ti tişÎ nake. Ew frekans a me ye û nikarin dewrî hine dî bikin.’’