'Nobeda azadiyê' bi koma FEDA'yê dewam dike

Nobeda "Azadî ji Ocalan re" ku li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li Strasboûrgê pêk tê, di hefteya 344'an de bi endamên FEDA'yê dewam dike.

Çalakiya nobedê ku li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê pêk tê, ji aliyê komeke ji Tevgera Jinên Elewî û Federasyona Elewî ya Demokratîk (FEDA) ve tê dewamkirin.

Koma FEDA'yê ji roja Yekşemê û vir ve nobedê digire. Kom ji Gonul Tayçîmen, Dûran Sonzamanci û Jînda Denîz pêk tê. Tevî serma û berfa ku ji destpêka hefteye ve didê, çalakger her roj saet navbera 07:30 û 16:30'î li qada çalakiyê daxwaza azadiya Ocalan dikin.

'EM HETA DAWIYÊ PIŞTGIRIYÊ DIDIN BERXWEDANÊ'

Gonul Tayçîmen bi navê komê daxuyanî da û bal kişand ser greva birçîbûnê ya Leyla Guven, a berxwedêrên li Strasboûrgê û gelek qadan. Tayçîmen çalakgerên greva birçîbûnê silav kir û got, "Bi navê Tevgera Jinên Elewî em bi hevala xwe Leyla re ne û heta dawiyê em destekê didin berxwedana wê."

Tayçîmen bi bîr xist, di felsefeya Elewîtiyê de jiyan pîroz e û hêviya xwe ya ji bo serketina grevên birçîbûnê anî ziman.

Tayçîmen ragihand, ew çalakiya xwe carna di hewa sar a -5 pileyî de dewam dikin û got, hişmendiya têkoşîn û berxwedanê van astengî, zor û zehmetiyan ji holê radike.

Endamên FEDA'yê ji Konseya Ewropayê û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) xwestin, ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd tavilê bi erka xwe rabin û gavan biavêjin.