Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' di hefteya 250. de ye
Çalakiya nobedê, ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Konseya Ewropayê dest pê kir, di hefteya 250. de ye.
Çalakiya nobedê, ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Konseya Ewropayê dest pê kir, di hefteya 250. de ye.
Çalakiya ku li bajarê Strasboûrg ê Fransayê tê lidarxistin, roja Yekşemê ji aliyê komeke nû ve dewr hat girtin.
Kurdistaniyên bi navê Ejder Kahraman, Metîn Dagdelen, Îsmaîl Gumuş, Hebûn Amed û Cemîl Gabar çalakî ji jinên endamên Sîwana Meclîsa Jinên Êzidî (SMJÊ) ve dewr girtin.
'EM LI SER PIYAN E Û BI RÊBERÊ XWE RE NE'
Ejder Kahraman li ser navê koma nû axivî û diyar kir, ew dilsozê Rêber û doza xwe ne û ji bo azadiya Ocalan li Strasboûrgê ne.
Kahraman got, "Bila dijminên me zanibin; em li ser piyan e û bi Rêberê xwe re ne" û destnîşan kir, ew ê heta dawiyê dilsozê doza azadiyê bin. Kahraman got, ew daxwaza azadiya Ocalan û gelê Kurd dikin.
Endamên komê yên nobed dewr girtine, wê heta roja Yekşemê, ji serê sibehê heta danê êvarê li herêma li pêşberî avahiya Konseya Ewropayê li ser piya bin. Bi wesîleya nobeda azadiyê, belavokên bi zimanên Fransî, Elmanî û Îngilîzî û pirtûkên Ocalan tên belavkirin. Çalakger her wiha bi mirovên li derdorê jî sohbetê dikin û der barê armanca çalakiya xwe de agahiyê didin.
DI NAVA 250 HEFTEYAN DE ZÊDEYÎ HEZAR KES TEVLÎ ÇALAKIYÊ BÛN
Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' di 25'ê Hezîrana 2012'an de dest pê kir. Ji hingî ve çalakî her hefte jia liyê komekê ve tê meşandin. Heta niha zêdeyî hezar kesî nobed girtine.
Tevî Kurdan, dostên wan ên Ewropî, hunermend û rojnamevanan, nûnerên saziyên Kurdan ên li Ewropayê û rêveberên yekîtiyên bweriyan jî cih di nava çalakiyê de girtin.