Nivîskarê Kurd ê li Îranê hate girtin, kete greva birçîbûnê

Nivîskarê Kurd Elî Reza Spahî Laîn ê ji aliyê rejîma Îranê ve hate girtin, dest bi greva birçîbûnê kir.

Nivîskarê Kurd Elî Reza Spahî Laîn, ku ji ber gotareke xwe yal i bajarokê Kelat Nadîrî yê eyaleta Xoresanê nivîsandî roja 30'ê Mijdarê hate girtin, dest bi greva birçîbûnê kir.

Elî Reza ragihand ku ji ber girtina xwe ya bi rengekî ne hiqûqî û rewşa ne diyar a dosya wî, ew ketiye greva birçîbûnê. Ji bo girtina îfadeyê bang li Elî Reza Spahî Laîn hatibû kirin û dadgehê 30'ê Mijdarê biryara girtina wî dabû.

Elî Reza Spahî Laîn ku zêdeyî 10 pirtûkên bi Kurdî û Farsî nivîsandiye, gelek caran ji aliyê hêzên îstîxbarata Îranê ve hatibû binçavkirin.