Nûçeya Lezgîn: KCK: Ji ber sedemên ewlehiyê wê rojnamevan beşdarî merasîmê nebin

Nîşankirina gundên Elewiyan encam e

Hevserokê Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD) a Enqereyê Mûstafa Karabûdak diyar kir ku li Tokatê gundên Elewiyan hatiye nîşankirin û ev jî encama polîtîkaya dewletê ye.

Hevserokê Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD) a Enqereyê Mûstafa Karabûdak diyar kir ku ji ber polîtîkaya dewletê Elewî dibin hedef û nîşankirina mal û cihên wan jî qetlîaman tîne bîra mirov.

Karabûdak ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku di dema AKP’ê de nîşankirina malan zêde bûye. Karabûdak bal kişand ser mînakên li Erzîncan, Meletî, Enqere, Stenbol, Yalova û Tokatê û got, “Li Almûsa Tokatê êdî gundan jî nîşan dikin. Li Nexweşxaneya Dewletê ya Almûsê, li ser nexşeya ku logoya Wezareta Tendirustiyê heye, gundên Elewiyan nîşan kirine. Dema gundî tên nexweşxaneyê dipirsin ji kîjan gundî ye, ji ser nexşeyê lê dinihêrin bê ji gundên Elewiyan e yan na. Ev jî encama polîtîkaya dewleta Tirk e. Kesên mal û deriyê Elewiyan nîşan dikin, wê cihên wan ên xebatê bişopînin, êrîşî mal, ziyaretgah û cemxaneyan jî wê bikin.”

Karabûdak diyar kir ku di warê nîşankirina malan de Elewî hesas in û got, “Di salên 1978 û 1980’an de jî malên Elewiyan hatine nîşankirin, roja din jî ew kuştine. Ev nîşankirin qetlîamê tîne bîra mirov. Dixwazin mirov xwe veşêrin û baweriya xwe înkar bikin. Armanca wan Elewiyan bitirsînin. Di dema Osmanî û Selçûkiyan de jî ne Elewî qedandin û ne jî şibandin xwe.”

Karabûdak diyar kir ku wê nêz de qeyyûm li ser komele, weqf û odeyan jî were peywirdarkirin û got “Wekî şûrê Demokles li ser saziyan in. Ev şûr wê li ser serê me be, dema tiştek nekeve serê wan wê saziyên me bigirin û qeyyûman peywirdar bikin. Mehek berê ji bo ku em nîqaş bikin derbarê qeyyûman em dikarin çi bikin, em bi Komeleya Mafên Mirovan û saziyên demokratîk re rûniştin, me xwest em daxuyaniyeke bi qasî pênc deqîqeyan bidin lê em provoke kirin. Dewlet tehamulî daxuyaniyeke pênc deqîqeyan nake, wê çawa tehamulî me bike? Me heyetek ava kir, em li saziyan digerin, em diyar dikin heke em bibin yek em ê karibin vê meseleyê çareser bikin lê feraseteke wisa heye ‘Em xwe nedin pêş, bila dest me nedin’. Lê wê xebatên me jî bidomin.”