Nirxên wan yên herî mezin, zarokên, xwiş û birayên wan jê girtin

Nirxên wan yên herî mezin, zarokên, xwiş û birayên wan jê girtin

Qêrîna xizmên wendayan ku di salên 90’î de bi hezaran kes hatin binçavkirin û wendakirin, bilind dibe û li dijî vê dewleta Tirk li hemû hewldan û qêrînên xizmên wendayan guhê xwe digire. Jina bi navê Îffet Mutaş ku ji malbata xwe 4 kes wenda kiriye û ev 200 hefteye dibêje ‘qet nebe hestî bidana’. Mutaş dibêje: “Min ew hestî maçî bikiriban, min danîban ser serê xwe. Di cîhanê de rûmet û nirxa herî mezin ya mirovan zarok, xwişk û birayên wî ne. Lê ji me qut kirin.”

Dayîkên Aştiyê 31’ê çileyê 2009’an de li Qada Galatasaray ya Stenbolê dîsa ji nû ve dest bi çalakiya xwe kirin û bi wan re dayîkên şemiyê û Komîsyona Xizmên Wendayana ÎHD û Xizmên Wendayan bi awayekî hevdem bi dirûşmeya ‘bila wenda bên dîtin kujer bên darizandin’ her hefte li Parka Koşuyolu çalakiyan pêk tîne. Çalakî kete hefteya xwe 200’î. Xizmên wendayan careke din li Qada Galatasaray û Parka Koşuyolu aqubeta xizmên xwe pirsî.

DEWLETA TIRK DENGÊ WAN NABIHÎZE

Xizmên wendayan gelek caran rastî şîdeta dijwar a polîsên tirk hatine û ligel van hemû pêkûtiyan li pey aqûbeta xizmên xwe yên ku di salên 90’î de ji aliyê JÎTEM û Kontra-Gerîla ve hatin revandin û wendakirin. Xizmên wendayan ku li Parka Koşuyolu hatin cem hev di destê wan de wêneyên zarokên wan, careke din xwestin an zindî an jî hestiyên wan derkeve holê û berpirs bê cezakirin. Lê Dewleta Tirk guhê xwe li qêrîna malbatan girtiye.

TIRKIYE PEYMANA WENDAYAN ÇIMA ÎMZE NAKE?

Tirkiyeya ku ji hesabdayîna wendakiriyan, derxistina kujeran, cezakirina wan û her wiha ji îdiaya dewleteke hiqûqê ya demokratîk dûre, ne alîgirê ‘Peymana Navnetewî ya ji bo Hemû Kesî ji Wendabûnê bi parêze’ ya Netewên Yekbûyî a di 20’ê Kanûna 2006’an de hat qebûl kirinê, jî ye.

91 welatî ev peyman îmze kir û 18 welat ji alîgirin. Tikriye jî li gel hemû israran‘Peymana Navnetewî ya ji bo Hemû Kesî ji Wendabûnê bi parêze’ ya NY’ê îmze nake.

4 KES JI MALBATA XWE WENDA KIR

Jina bi navê Îffet Mutaş yek ji xizmên wendayane, 2 birayên xwe û 2 zarokên xwe wenda kiriye. Dê û bavê Îffetê jî bi lêdana JÎTEMÊ’ê jiyana xwe ji dest dane. Ev 200 hefteye li pey wendayên xwe ne.

Mutaş ji ANF’ê re axivî û wiha got: “Heta ku ez sax bim dê têkoşîna min bidome. Em dê heta dawiyê di riya wan de bimeşin. Em li gund bûn. Rehetî nedan me. Her roj di ser gundê me de digirtin. Digotin ka Alî Tekdag. Zext li birayê min dikirin, digotin tu wî digirî malê. Ji ber zextan me koç kir. Du zarokên min du birayên min wenda bûn. Di 1993’an de birayê min Mehmet Tekdag ji malê derket û carek din nehat malê. Birayê min Alî Tekdag jî di 13’ê mijdara 1994’an de revandin. Li gel hemû hewldanên me, me tu agahî jê negirt. Me cenazeyên wan nedîtin.

NIRXÊN HERÎ MEZIN JI ME GIRTIN

Dayîka Îffet wiha berdewam kir: “Kurê min bi derziyê û keça min jî kîmyasalê kuştin. Min cenazeya keça xwe sala borî dît. Li bavê û dayîka min xistin. Ji ber wan darbeyan bavê min û dayîka min mirin. Em dê van derd û kulan çawa ji bîr bikin. Heta ku em saxbin em dê ji bîr nekin. Li cîhanê tişta herî bi nirx û rumet zarok û xwiş-birayên mirovane. Lê ew ji me girtin. Em ji mal bûn, ji can bûn. Qet ne be bila hestiyên me bidin me. Min dê ew hestî maçî bikirban, bidanîban ser serê xwe.”