Li gel baran û sermaya zêde bi hezaran kes wekî her hefteyê vê hefteyê jî daketin kolanan û ji bo Nimêja Sivîl ya Înê ref girêdan. Li Amed, Nisêbîn, Silopî, Cizîr, Qoser, Farqîn, Melezgir, Colemêrg, Wan, Manîsa û Misircê bi girseyî nimêj hate kirin. Li herêmê li gel barana zêde girse daket kolanê û polîtikayên AKP'ê şermezar kir. Melayên ku li pêş hezaran kesan nimêj kirin dua kirin û gotin "Xwedê tu me ji tank û topên dewletê muhazafa bike û tu tank û topan ji ser serê me rake.!"
Li gelek bajar û navçeyan li gel barana zêde bi hezaran welatî li qadên nimêjê kom bûn û ji bo nimêja înê ref girêdan. Li Amedê li Sûka Zikê Erdê ya Selahattin Eyyubî welatiyan ref girêda û nimêj kirin. Di nimêjê de Mele Suleyman Ekîncî diyar kir ku, hikûmet li ber çavan zilmê li gelê Kurd dike. Ekîncî da zanîn ku, wan berê bi erebî û tirkî dua dikir û nedihat famkirin. Lê dê ji niha û şûn ve bi kurdî dua bikin û wiha dua kir: "Xwedê tu me ji tank û topên dewletê muhazafa bike û tu tanq û topan ji ser serê me rake.
Li Nisêbînê li Navenda Çandê ya Mitannî, li Qoserê li Mala Gel ya Şeyh Davut Yalçinkaya, li Silopiyê li qada tenişta avahiya BDP'ê ya Sîlopiyê, li Cizîrê li Mala Sersaxiyê ya Taxa Cûdî, li Sêrtê baniye avahiya BDP'ê ya Sêrtê, li Misircê li baniyê avahiya BDP'ê ya Misircê, li Farqê, li Wanê li Otoparka Şaredariyê, li Melezgirtê li avahiya BDP'ê ya Melezgîrtê Li Colemêrgê li avahiya BDP'ê ya Bajar, li Manîsayê li salona Musa Anter ya navçeya BDP'a Turgutliyê, li Mêrsînê jî li seha sporê ya li taxa Guneşê ya navçeya Akdenizê bi girseyî hate kirin. Bi hezaran kesên li qadên minêjê ref girêdan polîtîkayên AKP'ê şermezar kirin û xwest kurd li hemberî zilmê bêdeng neminn.