Nijadperestan êrîş birin ser standa HDP'ê -NÛ BÛ

Li Girava Mezin (Buyuk Ada) a Stenbolê, nijadperestan êrîş birin ser standa HDP'ê û kesên bi navê Sedat Şahîn û Vedat Demîr bi kêrê birîndar kirin. Şahîn, bi birîndarî ji hêla polêsên Tirk ve hate destgîrkirin. 

Li Girava Mezin a Stenbolê komeke faşîst nijadperest êrîşî standa HDP'ê ya hilbijartinê kir. Di êrîşê de HDP'iyên bi navê Sedat Şahîn û Vedat Demîr hatin kêrkirin. 

Li gorî agahiyên hatî girtin, polêsên hatin cihê bûyerê, Sedat Şahîn ê ku ji çar cihê xwe de bi derba kêrê hatî birîndarkirin, ji piştê ve kelepçe kirin û ew destgîr kirin.

Wekî din, li taxa Gaziyê 10 kesên ku ji bo HDP'ê karê hilbijartinê dikirin, hatin destgîrkirin û polêsan dest danî li ser afîş û belavokên dihatin belavkirin.