Niha jî ji bo wekîlên girtî fezleke

Niha jî ji bo wekîlên girtî fezleke

Piştî fezlekeyên derbarê 9 parlementerên BDP’ê û Hevseroka KCD’ê Parlementera Serbixwe ya Wanê Aysel Tûglûk de şandin Meclîsê, niha jî ji bo rakirina mafê destnedanê ya parlementerên BDP’ê yên girtî Îbrahîm Ayhan, Gulser Yildirim û Selma Irmak fezleke ji bo meclîsê hatin şandin. Daxwaznameya Parlementera BDP’ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim a ku beriya greva birçîbûnê ku dabû Midûriyeta Girtîgehê weke “propagandaya rêxistinê” hat nîşandan.

Li aliyekê fezlekeyên ji bo rakirina mafê destnedanê yê 9 parlementerên BDP’ê û Parlementera Serbixwe ya Wanê Aysel Tûglûk di rojevê de ye, li aliyeke din jî ji bo Parlementerê BDP’ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan, Parlementera BDPê ya Şirnexê Selma Irmak û Parlementera BDP’ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim ên ku girtî ne, ji bo Meclîsê fezleke hatin şandin.

Serokdozgerê Komara Tirk ê Amedê Ahmet Karaca di çarçoveya lêpirsîna 2’yê gulana 2012 de dabû destpêkirin de, daxwazname ya Wekîl Guler Yildirim roja 29’ê Sibata 2012’ê dabû Rêveberiya Girtîgeha Tîpa D ya Mêrdînê weke “propagandaya rêxistinê” nîşan da. Yildirim di daxwaznameya xwe de balê dikişîne komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û û dibêje “azadiya Birêz Ocalan azadiya hemû gelê Kurd û hemû gelan e.” Her wiha Gulser Yildirim dibêje ku ew ji azadiya Birêz Ocalan dest bi greva birçîbûnê dest bi greva birçîbûnê dike. Dozgeriyên van axaftinên Yildirim weke propagandaya rêxistinê nîşan da.

Her wiha, dozgeriyê îdîa kir ku Parlementerê BDP’ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan dema 18’ê berfanbara 2009’ê Serokê Bajêr ê DTP’ê yê Rihayê bû, dema karûbarên tasfiyeya Rêxistina Bajaroka Karakopru ya navendê, li gorî Madeya 60’emîn a Qanûna Partiyên Siyasî ya bi jimareya 2820’ê tomar nekiriye û defret negirtiye.

REXNEKIRINA DEWLETÊ BÛ HINCETA FEZELEKEYÊ

Her wiha, ji bo Parlementera BDP’ê ya Şirnex Selma Irmak jî, dema ku li Hevseroka DTP’ê bû li otela Park a Enqereyê axaftinek kiribû û di rûniştina dozê ya li 23’yemîn Dadgeha Ceza ya Esliye ya Enqereyê, pêk hat de ev axaftin weke “propagandaya rêxistinê hate nîşandan. Axaftina Irmak a bi awayê “Yek al, yek welat, yek gel, yek ziman me tîne dijberê hev. Wê demê divê em li şûna polîtîkayên yekperestiyê balê bikişînin ser piraniyê û felsefeya piraniyê esas bigirin.” Bi hinceta ku Irmak kîn û dijminahiyê di nava gel de sor kiriye, hate xwestin ku bê cezakirin, lê ji ber ku Irmak vê axaftinê beriya wekîltiya xwe kiriye, divê destûr Meclîsê bê girtin, ji bo vê jî biryar hate dayin ku ji betalkirina mafê destnedanê yê Selma Irmak fezleke ji Meclîsê re bê şandin.

AKP DI FESADÎ XISTINA ÎHALEYAN DE DI RÊZA YEKEM DE YE

Di Meclîsa Tirk fezlekeyên partiyan wiha ne: BDP 762, CHP 85, AKP 66 û MHP 21. Bi îdîayên “Propaganda rêxistinê”, “endamtiya rêxistinê”, “Li dijî zagona Xwepêşandan û Meşê muxalefet kirine”, “Alîkarîdayîna rêxistinê”, “pesnê sûc û sûcdar dane” fezleke derbarê parlementerên BDP’ê de hatine amadekirin. AKP bi gendelî û fesadî xistina nav îhale û sextekariyê de ji sedê 73’ê di rêza yekem de ye. Di fezlekeyên ku çarçoveya peywir xirab bikaranînê de jî ji 25 fezlekeyan 18 yên parlementerên AKP’ê ne.