Nexweşxaneyên Enqereyê girtiyên siyasî tedawî nedikirin
Girtiyê nexweş Gurbuz Topçû yê ku ji bo proteza çaw ew ji Bodrûmê anîn girtîgeheke Enqereyê, bi hinceta ku ‘rewşa wî ji bo protezê ne guncav e’ sê nexweşxaneyên li Enqereyê ew tedawî nekirin.
Girtiyê nexweş Gurbuz Topçû yê ku ji bo proteza çaw ew ji Bodrûmê anîn girtîgeheke Enqereyê, bi hinceta ku ‘rewşa wî ji bo protezê ne guncav e’ sê nexweşxaneyên li Enqereyê ew tedawî nekirin.
Gurbuz Topçu ji bo proteza çav ew ji Girtîgeha Tîpa S a Bodrûmê sewqî Saziya Înfaza Ceza ya Ya Ewlekariya Zêde ya Tîpa F a Nimreya 2’an a Sîncanê kiribûn.
Girtiyê nexweş bêyî ku were tedawîkirin ji sê nexweşxaneyên cihê şandin girtîgehê.
Gurbuz Topçû berê sewqî beşa Polîklînîka Çavaan a Nexweşxaneya Bajêr Etlîkê ya Enqereyê hat kirin. Bi hinceta ‘rewşa wî ji bo protezê ne guncav e’ ew vegerandin.
Piştre ew sewqî Nexweşxaneya Bajêr a Bîlkentê ya Enqereyê kirin lê dîsa bi heman hincetê nehate tedawîkirin û wê carê ew sewqî Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Enqereyê kirin. Encam dîsa neguherî. Topçû nehate tedawîkirin û ew dîsa şandin Girtîgeha Sîncanê.
Li gorî parêzeran Topçu ji ber ku li Girtîgeha Tîpa F a Sîncanê bi hinceta ku jimartina li ser piyan qebûl nekiriye, ew xistine odeya yekkesî.
Parêzeran diyar kirin ku Topçû xwestiye dîsa biçe Girtîgeha Tîpa S a Bodrûmê lê vê daxwaza wî bi kêfî nehatiye qebûlkirin.
Hate diyarkirin ku girtiyê nexweş Topçu ji 3’ê Tebaxê û vir ve bi tena serê xwe derdikeve sohbetan û li girtîgehê pirtûkan jî nadin wî.