Nexweşên Lepra ligel her tiştî rûyê wan dikene

Nexweşên Lepra ligel her tiştî rûyê wan dikene

Hinek di 7 saliya xwe de, hinek di ciwantî û hinek jî li cihên cuda de bi vê nexweşiyê ketine. Jiyana wan ji hev pir cûdaye belkî, lê du nokteyên wan yên hevpar hebû. Hemû xizan bûn. Her tim bi fikara tecrîd û neqebûlkirinê jiyan. Tirsa hinekan rast derket. Ji ber ku hinekan dema hevserê wan hîn kirin lebrane ew terk kirin. Lê ligel hre tiştî li ser piyan man. Li Nexweşxaneya Nexweşiyên Zuhrevî û Çerm a Lepra rastî piştgiriyeke mezin a xebatkaran tên. Nexweşên li Nexweşxaneyê kêfxweşî, zehmetî û hesrata xwe ji ANF’ê re vegotin.

LEPRA BI DAYIKA MIN RE JÎ HEBÛ

Bahattîn Kurnaz yê 80 salî  ev demeke dirêje  tê nexweşxaneya Lepra û ji Sîtemîlî ya Erzînganê ye. Kurnaz di 7 saliya xwe de bi nexweşiyê dike û der barê jiyana xwe de wiha got: “Dayika min jî Lepra bû. Li gund di nava erdê me de avek derbas dibû. Dayika min rojekê diçe ser erd û dikev vê avê. Ruyê wê sor dibe. Li Stenbolê jî wê radikin beşa lezgîn. Li wir teşîsa lepra lê dikin. Ez jî di 7 saliya xwe de bi vê nexweşiyê ketim.  Ez li Stenbolê 9 mehan di nexweşxaneyê de mam. Dayika min jî bo tedawiyê hat. 3 salan  li erdê ma û mir. Ez jî ev 70 sale nexweşim. Jiyana min hemû li nexweşxaneyan derbas bû.

RÊ LI BIRÎNAN VEKIR

Halîl Taşdemîr yê 77 salî ji ber nexweşiyê hemû tiliyên wî yên lingan weşiyane. Taşdemîr diyar dike ku ew ji Sarikamiş a Qersê ye û wiha got: “Piştî dibistana seretayî ez çûm Enqereyê li wir xebitîm. Ez di karê înşatê de xebitîm. Me xiz li wesayîtan bar dikir. Di congên min de birîn derketin. Di birînê de kok hebû. Min qet birînek wisa nedîtibû. Ez çûm Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Enqerê. Cara yekemîn li wir nexweşiya xwe cuzzam hîn kir. Wê demê 11 mehan di nexweşxanê de mam. Ji ber vê nexweşê her kes ji me direviya. Em cuda didîtin. Ji ber ku me derman bikarneanîn ev nexweşî pêşde çû.

EZ BI SAYA DOKTOREKÎ ERMENÎ BI NEXWEŞIYA XWE HESIYAM

Kamîle Yilmaz a 61 salî di bihara jiyana xwe de li Qeyseriyê bi vê nexweşiyê ket. Kamîle Yilmaz da zanîn ku wê gelek ji ger û meşê hez dikir, lê êdî nekare bimeşe.  Yilmaz wiha got: “Lingên min diwerimin. Rondik ji çavên min dibarî. Min nedikarî lir ojê binêrim. Doktoran wê demê teşîs dananî.     Gotin psîkolojîk e. Li Qeyseriyê çûm cem doktorekî Ermenîn. Wî nexweşiya min teşîs kir. Zaroka min nû hatibû dinê, ji min re got nemijîne. Ez li Nexweşxaneya Tipê ya Enqerê hatim razandin. Ligel teşhîsa zû, dermanên şaş dan min û ev têr nekir, derman birîn û ez şandim mal. Ji ber vê nexweşiyê min felç derbas kir. Rojên pir zehmet bûn.

DOKTORAN NEKARÎ TEŞHÎS BIKE

Rasîme Boyunegemez jî 40 saliye. Li Qereyazi ya Erziromê hatiye dinê. Di 18 saliya xwe de bi vê nexweşiyê ketiye. Boyunegemez got ewe dayika du zarokan bû û li zarokên xwe mêze dike û got: “Milê min diêşiya. Ez çûm doktor, teşhîs nekirin. 5 sal derbas bû. Piştre por, birû û mijangên min weşaiyan. Çemrê min xera bû.  Ez anîm nexweşxaneya Lepra.  4 mehan di nexweşxanê de mam. Di tedawiya min ya duyemîn de, hevserê min her du zarokên min girt û çû bi kesekî din re zewicî.  Niha ev 5 sale z dermanan bikartînim. Nexweşiyên gelek tişt, zarok, ciwantî, xweşikahî û hevserê min j imin girt. Lê dîsa jî şukur.”