Newroza Efrînê berxwedana Bakur silav kir
Li bajarê Efrîn ê Rojava bi deh hezaran kes tevlî pîrozbahiya Newrozê bûn.
Li bajarê Efrîn ê Rojava bi deh hezaran kes tevlî pîrozbahiya Newrozê bûn.
Cejna Newrozê li Kantona Efrînê bi tevlîbûna deh hezaran hate pîrozkirin. Piştî rêzgirtina ji bo cangoriyên şoreşê, dayikên şehîdan agirê Newrozê pêxistin.
Di pîrozbahiyê de Hevseroka Meclîsa Rêveber a Kantona Efrînê Hêvî Mistefa axivî, Newroza 2016’an li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocaln, tevahî gelê Kurd û li gelên herêmê pîroz kir. Hêvî Mistefa got: “Em vê Newrozê bi ruhê berxwedana gelê Bakur pîroz dikin. Her sal em Newrozê bi serketinên nû û mezin pêşwazî dikin. Serketina herî mezin a vê salê jî îlankirina sîstema federal demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê ye.”
Piştre berdevkê Hêzên YPG’ê yê Efrînê Firat Xelîl axivî, Newroz li tevahî gelan pîroz kir.
Li ser navê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Alaaddîn Xalîd jî ev roj di serî li şehîdên azadiyê, li gelê Kurd û li tevahî gelên herêmê pîroz kir. Xalid got ev roj ji bo gelên Rojhilata Navîn bi taybet jî ji bo Kurdan xwedî girîngiyek mezin e, ji ber ku her tim Newroz serketinê tîne.
Di pîrozbahiyê de li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Şaziye Îbrahîm, li ser navê TEV-DEM’ê Mistefa Hesen, li ser navê PYD’ê Hêvîn Qasim û li ser navê Kongreya Star jî Şêrîn Hesen axivîn. Axaftvanan Newroz li tevahî gelên Rojhilata Navîn pîroz kirin, berxwedana Bakurê Kurdistanê ya li dijî faşîzma AKP/Erdogan silav kirin.
Piştî axaftinan Koma Muzîkê ya Zarokên Efrînê derket ser dikê.