Gerîlayên YJA Star û şervanên YJŞ’ê yên di eniyên herî pêş ên Şengalê de li hember DAIŞ’ê berxwedanek mezin pêş dixin, Newroza 2016’an pîrzo kir û got: “Newroza 2016’an wê bibe Newroza aştî û azadiyê.”
ANF - ESTER AŞMÎ
ŞENGAL
şemî, 19 adarê 2016, 09:00
Gerîlayên YJA Star û şervanên YJŞ’ê yên di eniyên herî pêş ên Şengalê de li hember DAIŞ’ê berxwedanek mezin pêş dixin, Newroza 2016’an pîrzo kir û got: “Newroza 2016’an wê bibe Newroza aştî û azadiyê.”
Gerîlayên YJA Star û şervanên Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) yên di eniyên herî pêş ên Şengalê de li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer dikin, Cejna Newrozê pîroz kirin.
‘AGIRÊ NEWROZÊ AGIRÊ AZADIYÊ YE’
Şervana YJŞ’ê Zîlan Kawa wiha axivî: “Ji fermana 74’emîn û vir ve ez cihê xwe di nav refên YJŞ’ê de digirim. Ez wek şervaneke YJŞ’ê di serî de Rêber Apo, cejna her kesî, bindestan û tevî hemû tiştî ya gelê mey ê berxwedêr pîroz dikim.
21’ê Adarê ji bo sembola berxwedan û serhildanê ye. Dema agirê Newrozê pêkeve, agirê azadiyê jî pêdikeve. Ji ber vê jî li çiyayên Şengalê gûrkirina agirê Newroza îsal ji bo me gelekî pîroz û girîng e. Agirê em pêdixin agirê di dilê me de ye. Bila dijmin baş bizanibe ku em agirê Newrozê li dijî wan pêdixin. Agirê azadiyê wê her tim li çiyayên Kurdistan û Şengalê geş bibe. Heta agirê pîroz pêkeve, wê berxwedana me jî mezin bibe û xurt bibe.”
‘AGIRÊ NEWROZÊ AGIRÊ KU GELÊ ME BI BEDENA XWE PÊXISTIYE’
Ji şervanên YJŞ’ê Vinar Kawroj û Sozdar Agir jî diyar kirin ku wek jinên Êzîdî di nav refên YJŞ’ê de cih digirin, gotin: “Newroz bi ruhê Mazlûman heta îro hatiye. Ev agirê Newrozê yê bi ruhê berxwedana Mazlûman geş bûye, di serî de li Rêber Apo pîroz dikin. Ji ber ku têkoşîn û berxwedan Rêber Apo fêrî me kir. Em jî li Şengalê bi pêxistina agirê Newrozê dixwazin peyama li 4 parçeyê Kurdistanê têkoşîn û berxwedan bi ruhê Mazlûman dimeşe ji Rêber Apo re bişînin. Her çi dibe bila bibe, em ê agirê Newrozê pêxin û agirê azadiyê geş bikin. Gelê me agirê Newrozê bi bedena xwe geş kir. Em wek fedaiyên vê berxwedanê û gelê xwe, em ê têkoşînê bidomînin. Newroza 2016’an wê bibe Newroza azadiya Rêbertî û gelê me. Divê her kes baş fêm bike ku em êdî her cure zext û mêtingeriyê qebûl nakin.”
Di çeperên Şengalê de ji gerîlayên YJA Starê Delîla Agirî jî wiha axivî: “Newroza 2016’an li tevahî şervanên li eniyan li ber xwe didin, şehîdan û Rêber Apo pîroz be. 21’ê Adarê ji bo rojek girîng e. Rojeke azadiya tevahî gelan îspat dike ye. Ez bawer dikim ku Newroza 2016’an wê ji bo tevahî galn, gelên di dest DAIŞ’ê de dîl hatiye girtin û gelê me yê Şengalê bibe sala azadiyê.”
‘AGIRÊ NEWROZÊ AZADIYA TEVAHÎ GELAN RONÎ DIKE’
Agirî got ji ber di vê rojê de hevrêyên wan ên agir bi bedena xwe xistine hene, ev roj ji bo wan pir bi wate ye, wiha dom kir: “Mazlûm û Zekiyeyan ev roj girîng dîtin û agir bera bedena xwe dan. Li hember zilm û êşkenceyên gel dikşînin, agir bi bedena xwe xistin û agirê Newrozê geş kirin. Ji ber vê jî di gelê Kurd de îradeyek pir mezin derket holê. Ji pratîka van lehengan ev çêbû.”
Di heman çeperan de ji gerîlayên YJA Starê Mîtra Cûdî jî destnîşan kir ku çi çiyayê Şengalê pîrozkirina Newrozê gelekî girîng e, wiha dewam kir: “Ev roj li Rêber Apo û tevahî hevalên şehîd pîroz be. Ji Mazlûman heta roja me hat, ji ber vê jî ji bo pir girîng e. Em bawer dikim ku Newroza 2016’an wê bibe sala serketinê.”