Newroz li Tokyo hat pîrozkirin

Di pîrozbahiya Newrozê ya li Tokyo de mesaja, "Karê me ye ku em Newroza 2016'an veguherînin şoreşeke hemdemî" hat dayîn.

Li paytexta Japonya Tokyoyê, zêdeyî hezar Kurd û dostên wan, Newroz pîroz kirin.

Di dema pîrozbahiyê de Vakkas Çolak, Mehmet Yucel û Eyup Kûrt bi zimanên Kurdî, Japonî û Tirkî daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku gelê Kurd bi serhildanê re li ser rêya azadiyê ye û berxwedana xwerêveberiyê û Rojava hatin silavkirin.

Hat destnîşankirin, ku ji bo agirê Newrozê bibe ronahiya rizgariya gelên herêmê, pêwîste şoreşa Kurdan bê xurtkirin û pêş de birin."

'ŞOREŞ ERKÊ ME YE'

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Di nava şert û mercên heyî de divê mirov li hemberî pêngavên noker, mêtînger û emperyalîstan hişyar bin. Karê me ye ku em Newroza 2016'an veguherînin şoreşeke hemdemî. 

Bila gumana kesî jê nebe; ala azadî û şoreşê ya gelê Kurd wê di rêya Rêber Apo de her bilind bibe."

...