BI DÎMEN

Newroz li Stockholmê hat pîrozkirin

Li paytexta Swêd Stockholmê, bi şeveke ku lîderê Partiya Çep Jonas Sjostedt û gelek siyasetmedarên Swêdî, Kurdistanî û Tirkiyeyî amade bûn, hat pîrozkirin.

Li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swêdê û Meclîsa Jinên Kurd a Amara, li salona Solnahellen a li taxa Solna ya li derveyî Stockholmê Newroz bi şevekî hat pîrozkirin. Berxwedana li Bakurê Kurdistanê mora xwe li pîrozbahiyê xist.  Qisekeran banga qedandina êrîşên li Bakur li dewleta Tirkiyeyê kirin. Di heman demê de bi hezaran beşdarên pîrozbahiyê berxwedana xwerêveberiyan silav kirni û AKP-Erdogan şermezark irin.

'NEWROZ LI CIHÊ DÎKTATORÎ LÊ HEBE TÊ QEDEXEKIRIN'

Sjostedt silavên partiya Çep li beşdaran kir û nerazîbûn nîşanî qedexeyên dewleta AKP'ê yên pîrozbahiyên Newrozê qedexe kiriye, da. Sjostedt got, "Di nava demokrasiyan de tiştekî bi vî rengî nayê dikin. Li cihê dîktatorî hebe, Newroz tê qedexekirin."

JI BO KOBANÊ DIVÊ CIHAN BI TEMAMÎ SPASIYÊN XWE PÊŞKÊŞÎ KURDAN BIKE

Sjostedt da xuyakirin, ku şerê îro ji aliyê Kurdan ve tê dayîn, ji yê her demê girîngtir e û got, "Kurd li hemberî DAIŞ'ê şer dikin. Kurd di vî şerî de bi ser ketin û rêveçûn guherandin. Divê cîhan ji bîr neke ku ev kobanê pêk hat. Lewma divê cîhan hemû spasiyên xwe pêşkêşî Kurdan bike."

Siyasetmedarên beşdarî pîrozbahiyê bûn bang li her kesî kirin ku bala xwe li ser komkujiyên li Bakurê Kurdistanê bin û piştgiriyê bidin gelê Kurd ê berxwedêr.

Di pîrozbahiya ku Ayşe Goktepe û Arî Salih pêşkêşiya wê dikirin de hunermendên Kurd Bextiyar Salih, Silbûs û Tarî, Newzat Tûnç, Ferman Fetî û Koma Med derketin ser dikê. Şev bi qîrîna dirûma "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.

...