Kurdistanî û dostên wan ên li Moskowayê dijîn, bi şevekê Newroz pîroz kirin. Nûnerê KNK'ê li Rûsyayê Selahattîn Soro li vir axivî û got, "Destketiyên gelê Kurd bi Newroza 2016'an re bi dest bixin, wê ji bo azadiya Kurdistanê gelekî girîng bin."
ANF
MOSKOWA
şemî, 26 adarê 2016, 10:04
Newroz duh êvarê bi beşdariya Kurdistanî û dostên wan ên li paytexta Rûsya Moskowa û navçeyên wê dijîn, bi şevekê hat pîrozkirin. Pîrozbahî li salona konserê ya Korolevsky pêk hat û saet di 18:00 de bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir. Piştî rêzgirtinê, li peyama bi dîmen a Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik hat temaşe û guhdarîkirin.
Di pîrozbahiyê de Hevserokê Yekîtiya Saziyên Civakî yên Kurd a Navneteweyî Merab Şamoyev, Nûnerê KNK'ê li Rûsyayê Selahattîn Soro, Seroka Yekîtiya Jinên Kurd li Rûsyayê Jûliyeta Aram, Nûnerê Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê Rodî Osman û rêveberên gelek saziyan amade bûn.
Nûnerê KNK'ê Selahattîn Soro li ser girîngî û wateya rojê axivî û got, "Destketiyên gelê Kurd bi Newroza 2016'an re bi dest bixin, wê ji bo azadiya Kurdistanê gelekî girîng bin. Gelê Kurd di dawiya sala 2015'an de dest bi serdema herî krîtîk a dîroka xwe kir. Ji bo gelê Kurd damezrandina PKK'ê û Pêngava 15'ê Tebaxê çi be, berxwedana di zivistana vê salê de li Bakurê Kurdistanê hat nîşandan, xwedî heman girîngiyê ye."
Soro diyar kir, çawa ku gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê hêzên faşîst derxist, li Rojavayê Kurdistanê hêzên paşverû derxist û azad bû, li Bakurê Kurdistanê jî têkoşîna azadiyê ya gerîla li çiyê da destpêkirin, li bajar û bajarokan belav bû. Soro destnîşan kir, ev pêngava azadiyê ya hatiye destpêkirin, wê pêl bi pêl li bajar û bajarokan belav bibe û rê li ber avahiya gelê Kurd veke.
Nûnerê Rêveberiya Xweser a Rojava li Moskowayê Rodî Osman jî cejna Newrozê li gelê Kurd pîroz kir û got, "Newroza 2016'an ji bo tevahiya Kurdistanê tê wateya pêvajoyeke nû. Ev pêvajo destpêka serdemeke welê ye, ku gelê Kurd wê li Rojhilata Navîn û gelemperiya cîhanê nasnameya xwe bi dest bixe."
'CIWANÊN ME BI TÎPÊN ZÊRÎN AZADIYÊ DINIVÎSÎNIN'
Şamoyev jî di destpêka axaftina xwe de Newroz li her kesî pîroz kir û got, "Keç û xortên me yên bi ruhê Newrozê niha têdikoşin, wê bi tîpên zêrîn azadiyê li dîroka Kurdistanê binivîsînin. Li hemberî operasyonê qirkirina siyasî yên dewleta Tirk û hevkarên wê li dijî gelê Kurd daye destpêkirin, berxwedana gel wê bi ser keve. Tiştekî ku gelekî rêxistinbûyî nikare bi dest bixe, nîne. Gelê Kurd niha ev bi ser xistiye. Dor hatiye azadiyê."
'RÊBERÊ AZAD, KURDISTANA AZAD'
Seroka Yekîtiya Jinên Kurd li Rûsyayê Jûliyeta Aram jî da zanîn, pêngava azadiyê ya gelê Kurd wê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bike û got, "Pêngava azadiyê ya gelê Kurd ne tenê ji bo Kurdistanê ji bo hemû gelên li Rojhilata Navîn û yên rastî zextê tên bûye hêvî. Ji ber vê yekê, mirovên ji gelên cuda tevlî nava refên têkoşîna azadiyê ya Kurd dibin. Têkoşîna azadiyê ya bi ruhê azadî û berxwedanê ya Newrozê hat destpêkirin, wê heta azadkirina Rêber Apo bidome. Bi Rêberê azad û Kurdistana azad re wê Rojhilata Navîn azad bibe."
Li dû axaftinan hunermend Feyrûşah, Bangîn Efrîn, Davîd Odî û Amara, Rozerîn, Mîroyê Qanat, Roj Azad Dogan, hunermendên Rûs Natalya Paladiy, Mîxaîl Moskov û koroya jinan a Rîngel derketin ser dikê.
Di pîrobahiyê de standa ji pirtûkên Ocalan û standa ji xwarinên Kurdan, gelekî bal kişandin.