Newroz li Melboûrne ji aliyê bi hezaran kesî ve hat pîrozkirin

Kurdistaniyên li bajarê Awûtralya Melboûrne dijîn cejna Newrozê pîroz kirin.

Kurdistaniyên li bajarê Awûtralya Melboûrne dijîn cejna Newrozê pîroz kirin. Pîrozbahî ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Vîctorîa (NAV-KURD) ve hat organîzekirin û bi hezaran kes beşdar bûn.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê Hevseroka NAV-KURD'ê Fatoş Yilmaz peyivî û Newroz li hemû Kurdistaniyan pîroz kir. Yilmaz diyar kir, berxwedana li hemberî êrîşên qirkirinê her mezin dibe.

Parlamentera Partiya Keskan Colleen Heartland, Şaredara Morelandê Samantha Ratnam, namzetê Partiya Karker ê Herêma Wîlls ê Parlamentê Peter Kahalîl û nûnerên gelek saziyan li pîrozbahiyê peyam pêşkêş kirin û Newroz pîroz kirin.

Pîrozbahî bi gerandina govendê û teqandina fîşekên hewayî bi dawî bû.

...