Newroz li Lyonê hat pîrozkirin

Li bajarê Fransa Lyonê Newroz hat pîrozkirin.

Li bajarê Fransa Lyonê Newroz hat pîrozkirin.

Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, çalakiyên xwe yên ji bo pîrozkirina Newrozê didomînin. Li bajarê Fransa Lyonê, Newroz bi şevekê hat pîrozkirin.

Pîrozbahiyê li ber sirûda Ey Reqîp bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştre li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd axaftin hat kirin û bal hat kişandin ser girîngiya ruhê berxwedan û têkoşînê yên Newrozê ji bo gelê Kurd.

Qiseker ragihand, Newroz di roja îro de şerekî rizgariya neteweyî yê bi mîlyonan mirov rakiriye ser piyan, hişmendiyeke siyasî ya bilind û çalakiyên girseyî ye. Piştî vê axaftinê Partîzan-YDG, ji Partiya Komunîst a Fransayê Danîelle Lebaîl û li ser navê Koma Dostaniya bi Kurdan re Thîery Lamberthod mesajên xwe pêşkêş kirin. Qisekeran bexwedana xwerêveberiyê jî silav kirin.

Hevseroka KONGRA-GEL Remzî Kartal jî li şevê peyivî û destnîşan kir, Newroz roja têkoşînê ye.

Di şevê de Hozan Abdulrahman, Hozan Canê û Hozan Bangîn Agirî derketin ser dikê.

...