Newroz li Lîege û Marîgnanê hat pîrozkirin
Kurdistaniyên li Ewropaye dijîn, bi çalakiyên cihêreng Newrozê pîroz dikin. Li bajarê Belçîka Lîege û li bajarê Fransa Marîgnanê Newroz hat pîrozkirin.
Kurdistaniyên li Ewropaye dijîn, bi çalakiyên cihêreng Newrozê pîroz dikin. Li bajarê Belçîka Lîege û li bajarê Fransa Marîgnanê Newroz hat pîrozkirin.
Kurdistaniyên li Ewropaye dijîn, bi çalakiyên cihêreng Newrozê pîroz dikin. Li bajarê Belçîka Lîege û li bajarê Fransa Marîgnanê Newroz hat pîrozkirin.
LÎEGE
Li bajarê Belçîka Lîege, Newroz bi şevekê hat pîrozkirin. Şeva ku bi beşdariya girseyeke qelebalix pêk hat, saet di 14:00 de bi deqeyeke rêzgirtinê re destpê kir.
Ji fermandaren YPJ'ê Nesrîn Abdullah li şevê peyivî û got, "Ez hemû hevalên li çar parçeyên Kurdistanê şehîd ketine bi rêzdarî bibîr tînim."
Abdullah da xuyakirin, ku Newroza 2016'an Newroza azadiyê ye û divê her kes bi vê zanibe. Abdullah got, "Kurd ne Kurdên berê ne. Bila cîhan zanibe, ku êdî Kurd xwedî tevgereke xurt a dikare çarenûsa xwe bi xwe diyar bike û afirînerê vê tevgerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e."
Abdullah bal kişand ser berxwedana xwerêveberiyê ya li Kurdistanê û destnîşan kir, ku ev têkoşîn têkoşîna nasnamebûyînê ye. Abdullah da zanîn, li Rojavayê Kurdistanê bi saya hêza tevgera jinê YPJ'ê jinan li Rojhilata Navîn şoreşek afirandine.
Abdullah got, "Dibe ku tevlîbûna me ya li nava civînên Cenevreyê qebûl nekiribin, lê ev yekê wê wateyê ku em ê tevlî vîna wan bibin" û ragihand, di herikîna tevahiya dîrokê de wan li ber kesî serî netewandine, ew ê ji niha û pê ve jî netewînin.
Piştre mesaja TJK-E hat xwendin û hat gotin, "Ji bo mezinkirna têkoşîn û bîranîna şehîdên me, ku pêşengên berxwedanê ne, divê em ji her demê bêhtir tevlî Newrozê bibin." TJK-E diyar kir, Newroz rûyê berxwedêr ê jinên kurd e.
Hevseroka Meclîsa Gel a Lîege Nadîre Aslan jî got, "Em hevrêyên hevalên li Cizîr, Sûrê şehîd ketine. Em ê her tim li ser şopa Sêvêyan, Pakîzeyan, Mehmet Tûnçan bin." Aslan berxwedana xwerêveberiyê silav kir û piştre Mûstafa Kûmral peyivî.
Di şevê de dengbêj, Bêrîvan Arîn, Sûltan, kawa û Hozan Diyar derketin ser dikê.
MARÎGNANE
Kurdistaniyên li bajarê Fransa Marsîlyayê dijîn, Newroza xwe bi çalakiyekê pîroz kirin. Pîrozbahiya li navenda Marîgnaneyê, li meydana Camîlle Desmoûlîns ku weke 'Kurdistana Biçûk' tê naskirin, pêk hat. Di axaftinên li vir de berxwedana Şirnex, Nisêbîn û Geverê ya li hemberî zilma dewleta Tirk hat silavkirin. Li dora agirê Newrozê hunermendan stran gotin û govend hat gerandin.