Newroz li Komara Xweser a Adigeyê hat pîrozkirin
Kurd û dostên wan ên li Komara Xweser a Adigeyê dijîn, Newroz pîroz kirin. Di çalakiyê de komkujiyên AKP'ê hatin şermezarkirin û hat destnîşankirin, ku gelê Kurd ber bi serketinê ve dimeşe.
Kurd û dostên wan ên li Komara Xweser a Adigeyê dijîn, Newroz pîroz kirin. Di çalakiyê de komkujiyên AKP'ê hatin şermezarkirin û hat destnîşankirin, ku gelê Kurd ber bi serketinê ve dimeşe.
Kurd û dostên wan ên li Komara Xweser a Adigeyê ya Federasyona Rûsyayê dijîn, di çalakiya Newrozê de li hev civiyan. Pîrozbahî ji aliyê Otonomiya Çanda Kurd a Adigeyê-Agirî û Otonomiya Çanda Kurd a Krasnadarê-Medya ve hat organîzekirin û li salona çand û hunerê Prebirajenskî pêk hat.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê, li peyama bi dîmen a Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik hat temaşe û guhdarîkirin.
Hevserokê Otonomiya Çandî ya Kurd a Adigeyê Feyzo Huseyîn piştre axivî û destnîşan kir, gelê Kurd êdî gihaştine wê astê ku çarenûsa xwe bi xwe diyar bike. Huseyîn diyar kir, berxwedana vejînê ya li Kobanê îro li Sûr, Nisêbîn, Cizîr û bajarên din ên Kurdistanê dewam dike û got, "Ti hêz nikare pêşî li têkoşîna azadiyê ya Kurdan bigire. Gelê Kurd bi bilindkirina têkoşînê re wê pêşî li polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk a faşîst bigire."
'EM BER BI SERKETINÊ VE DIMEŞIN'
Endama Rêveberiya KJK'ê Çinar Tolhildan jî bal kişand ser wate û girîngiya Newrozê û got, "Gelê Kurd mîna agirê azadiyê yê Newrozê, îro ji bo azadiya xwe têkoşîneke mezin dimeşîne. Ev têkoşîna me ya li çar aliyên Kurdistanê dewam dike, bi saya gelê Kurd ê welatparêz roj bi roj mezin dibe û ber bi serketinê ve diçe."
Piştî axaftinan pîrozbahiyê bi bernameya muzîkê dewam kir. Bi dorê hunermend Feyrûhaş, Roj Azad, Aynûr, Barî, Rûslan, Koma Sê Bira, Koroya Zarokan a Adigehê û Koma Govendê ya Kadûs derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.