Newroz li Kaîserslaûternê hat pîrozkirin

Li bajarê Elmanya Kaîserslaûternê, bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Mezopotamyayê, Newroz bi coş hat pîrozkirin.

Li bajarê Elmanya Kaîserslaûternê, bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Mezopotamyayê, Newroz bi coş hat pîrozkirin.

Bi sedan Kurdistanî û dostên wan li navenda Kaîserslaûternê li hev civiyan û bi gerandina govendê Newroz pîroz kirin. Di dema vê kombûnê de li ser navê Navenda Civaka Demokratîk Ayhan Çîftçî mafê axaftinê wergirt û bal kişand ser komkujiyên hovane yên li Brukselê. Çîftçî da xuyakirin, ku gelê Kurd li cem gelên Ewropayê ye.

Çîftçî ragihand, Newroz cejneke berxwedanê ye û diyar kir, divê têkoşîna hevpar a li hemberî DAIŞ'ê were meşandin. Nûnerê Navenda Civaka Demokratîk destnîşan kir, ku yên terorê li hemberî gelên xwedî ruhê berxwedêr dikin, wê nikaribin bi ser kevin.

Di pîrozbahiyê de, tevî partiya Çep nûnerên gelek partiyan jî amade bûn û peyamên piştgiriya bi tevgera azadiyê ya Kurdan re dan.

Li dû nîşandana sînevîzyona li ser Newrozê pîrozbahî bi qîrîna dirûşmên "Bijî berxwedana Sûrê" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.

...