Newroz li Ermenîstanê hat pîrozkirin

Newroz li gundê Araksê yê Oktonberiya ya Ermenîstanê hat pîrozkirin. Ji gundên derdorê bi dehan kes li vê derê li hev kom bûn.

Newroz li gundê Araksê yê Oktonberiya ya Ermenîstanê hat pîrozkirin. Ji gundên derdorê bi dehan kes li vê derê li hev kom bûn.

Tevî barîna berf û baranê jî, gelek kes tevlî pîrozbahiyê bûn û bi şewitandina bi dehan lastîkan re agirê Newrozê hat dadan.

Di axaftinên li vê derê de ragihandina Federasyona Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê û berxwedanên xwerêveberiyan ên li Bakurê Kurdistanê hatin silavkirin.

Girseya gel a wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ala PKK'ê vekir, dirûşmên "Bijî Serok APo" qîriya.

Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

...