Nejat Ok ê Kurdistanî li Brestê di qezayekê de jiyana xwe ji dest da

Welatparêzê Kurd Nejat Ok ê li Rojavayê Fransayê li bajarê Brestê dijiya û karê restorantiyê dikir, di encama qezayeke trafîkê de jiyana xwe ji dest da.

Bavê 3 zarokan Nejat Ok ê ji Gimgim a Mûşê li bajarê Brestê dijiya, roja Şemiyê tevî hevjîna xwe û zarokên xwe beşdarî meşa li Rennesê bû û piştre li Parîsê serdana xizmên xwe kir. Ok ê ku duh bi şev bi wesayîta xwe ji Parîsê ber bi Rennesê ve diçû qeza kir û jiyana xwe ji dest da.

Di qezayê de hevjîn û du zarokên Ok jî birîndar bûn. Hat zanîn ku tedawiya birîndaran didome û rewşa wan baş e.

Cenazeyê Ok ê ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Broonsê tê rawestandin, piştî karên cenaze wê ji bo definkirinê ber bi bajarê wî Gimgimê ve bêrêkirin. 

...