Nehiştin çapemeniya Kurdan têkevin Edîrneyê

Polîsên Tirk nehiştin ku çapemeniya Kurdan têkevin Edîrneyê û meşa HDP’ê ya demokrasiyê bişopîne.

Li gorî agahiyên ku ji nûçegihanên herêmê hatine stendin, polîsan di têketina Edîrneyê de nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê, Jinnews û xebatkarên çapemeniya HDP’ê dane sekinandin.

Bi giştî 7 rojnameger bi hinceta ku ‘karta wan rojnamegeriyê ya zer tune’ ji aliyê polîs û jendirmeyan de hatin astengkirin.

Di bin çavdêriya jendirmeyan de rojnameger bi darê zorê şandin Stenbolê.

Hate diyarkirin ku xebatkarên çapemeniya nêzî desthilatdariyê nehatine astengkirin.