Nêçirvan Barzanî jî wê tevlî merasîma Erdogan bibe

Tê payin ku Nêçirvan Barzanî jî tevlî merasîma Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan a li Beştepeyê bibe.

Tayyîp Erdogan ku bi dek û dolaban ji nû ve bû Serokkomar, wê saet 18'an li Qesra Beştepeyê 'merasîma destpêkirina wezîfeyê' li dar bixe.

Yek ji kesên ku tê payin tevlî merasîma Erdogan bibe, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ya Federe Nêçirvan Barzanî ye.

ERDOGAN GEF LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ XWARIBÛ

Erdogan beriha referandûmê gef li hikumeta Başûrê Kurdistanê xwaribû. Li gel vê rastiyê jî aliyê Barzanî li ber dagirkeriya rejîma Erdogan a li Başûrê Kurdistanê dernakve.

Nêçirvan Barzanî beriya serdana Tirkiyeyê telefonî Erdogan kiribû û ew pîroz kiribû. PKK jî weke 'dagirker' îlan kiribû.