Neçîrvan Barzanî diçe Enqereyê
Neçîrvan Barzanî diçe Enqereyê
Neçîrvan Barzanî diçe Enqereyê
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Federal Neçîrvan Barzanî sibê diçe Enqereyê wê li gel Serokwezîrê Tirk Tayyip Erdogan hevdîtinê çêbike. Tê gotin ku wê di hevdîtinê de lihevhatina petrolê îmze bikin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Federal Neçîrvan Barzanî wê sibê serdana Enqereyê bike. Neçîrvan Barzanî ku wê li gel Îmad Ahmet û hinek wezîran diçe hat ragehandin ku wê hevhatina petrol û gaza xwezayî îmze bikin. Barzanî wê li Enqereyê li gel Serokwezîrê Tirk Tayyip Erdogan û li gel Wezîrê Enerjî û Jêderên Xwezayî Taner Yildiz re hevdîtin pêk bîne.
FUAT HUSEYIN GOTIBU HEVHATIN NÎNE
Hatibû îdiakirin ku di hevdîtinên hefteya buhrî ku Serokwezîrê Tirk Erdogan û Serokê Herêma Kurdistana Federal Mesut Barzanî di serdana xwe ya Amedê de li ser Rojava, Petrol, deriyê sînor û 4 medeyan hevpeyman kirine. Serokê Dîvana Serokatiyê PDK’ê Dr. Fuat Huseyin ev îdiayên ku qala gotinê bû direwan dibû.
Huseyin diyar kiribû ku hevdîtin bi temamî siyasiye û wiha gotibû: “Rêveberiya facto ya ku PYD li Rojava dixwaza ava bike tiştekî ku hikûmeta herêma Kurdistanê destor nade û biryardayina li ser ne hatiye rojevê. Mijara enerjî û buriyên petrolê di navbera Tirkiyê û Herêma Kurdistana Iraqê de qet ne hatine axaftin.”