Nêçîrvan Barzanî bi dizîka çû Tirkiyê
Serokwezîrê Hikûmetê yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi dizîka çû Tirkiyê.
Serokwezîrê Hikûmetê yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi dizîka çû Tirkiyê.
Diyar bû ku Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê ya Başûr Nêçîrvan Barzanî ji Deriyê Sînor ê Xabûrê bi dizîka çûye Tirkiyê. Hê diyar nebûye bê ka Barzanî wê rayedarên Tirk bibîne yan na.
Tê gotin ji ber sedema ku rêya hewayî ya Herêma Kurdistanî girtiye Barzanî di ser Tirkiyê re wê biçe welatekî dî.
Barzanî diyar kiribû ku ew dixwazin bi hikûmeta Tirk re ku li dij referandûmê rawestiyabûn û gefa êrîşê li Başûr dixwar, têkiliyên baş deynin.
Barzanî beriya bi çend rojan gotibû, ‘’Em dixwazin danûstandinên me yên bi Tirkiyê re weke berê domdar bin’.
Her wiha Barzanî beriya ku biçe Tirkiyê bi du rojan Sekreterê Yekgirtû Salahaddîn Bahaddîn şandibû Enqerê û ji bo ku bi rayedarên Tirk re hevdîtinê bike zemînek dabû avakirin.
Tê gotin ku Barzanî bi destûra Enqerê ji Deriyê Sînor ê Xabûrê derbas bûye.