Serfermandarê Artêşa Tirk Necdet Ozel ku weke Necdetê Kîmyewî tê nasîn ji ber gotina “Ridbeya te orgeneral be jî, tu ji bo me onbaşiyekî” doz li Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş vekiribû. Doza tazînatê yak u Ozel li Demîrtaş vekiribû hate redkirin.
Serfermandarê Artêşa Tirk Necde Ozel bi daxwaza tazmînatê doz li 17’emîn Dadgeha Huqûqê yê ya Esliye ya Enqereyê doza tazmînatê li Hevserokê Giştî yê BDPê Selahattîn Demîrtaş vekiribû.
Di rûniştina doze ya pêk hat de parêzerê Ozel Umuet Kemal Yildirir îdîa kirk u Demîrta heqaretê li muwekîlê wî kiriye, parêzerê Demîrta Ufuk Gumuş jî diyar kir ku siyasetmedar dikarin rayedarên dewletê rexne bikin. Dadgehê jî biryara redkirina daxwaza tazmînatê da.
Artêşa Tirk, di 12’ê çile de, ji ber gotinên “Ridbeya te orgeneral be jî, tu ji bo me berbazekî” ên Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş dest bi hewldanên hiqûqî kir. Serfermandariya Tirk ji ber van gotinan giliyê Demîrtaş kiribû.