'Ne Ozgur Gundem bêdeng dibe, ne jî rewşenbîrên Tirkiyeyê!'
Midûrê Karên Nivîsê yê Ozgur Gundemê Kizilkaya û Seroka Şaxê ÎHD'ê yê Stenbolê Karataş diyar kirin, girtina Fîncanci, Onderoglû û Nesîn nikarin çapemeniya azad bêdeng bike.
Midûrê Karên Nivîsê yê Ozgur Gundemê Kizilkaya û Seroka Şaxê ÎHD'ê yê Stenbolê Karataş diyar kirin, girtina Fîncanci, Onderoglû û Nesîn nikarin çapemeniya azad bêdeng bike.
Midûrê Karên Nivîsê yê Ozgur Gundemê Kizilkaya û Seroka Şaxê ÎHD'ê yê Stenbolê Karataş diyar kirin, girtina Fîncanci, Onderoglû û Nesîn nikarin çapemeniya azad bêdeng bike.
Serokê TÎHV'ê Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci, Nûnerê Rojnamevanên Sînornenas ên Navneteweyî yê Tirkiyeyê Erol Onderoglû û Rojnamevan-Nivîskar Ahmet Nesîn bi hinceta ku tevlî kampanya 'midûriya weşana giştî ya nobedar' a ji bo rojnameya Ozgur Gundemê bû, bi îdîaya "propaganda rêxistina terorê kirine" hatin girtin. Nerazîbûna li girtina wan, zêde dibe.
KIZILKAYA: DIXWAZIN CIVAKÊ DÎL BIGIRIN
Midûrê Karên Nivîsê yê Ozgur Gundemê Înan Kizilkaya da xuyakirin, ku ev girtin hem ji bo bêdengkirina çapemeniya azad, hem jî çavtirsandina mûxalefetê tên kirin. Kizilkaya bal kişand serzexta li rojnameya wan tê kirin û diyar kir, ji bo ew balê bikişînin ser van zextan ji 3'ê Gulanê û vir ve kampanyayê dimeşînin. Kizilkaya destnîşan kir, AKP û Qesrê eleqeya raya giştî ya li vê kampanyayê hezm nekirin û bi girtina rûspiyên civakê û rewşenbîran dixwaze bi çavtirsandinê civakê dîl bigirin.
Kizilkaya bibîr xist, ku Ozgur Gundem gelek bend û astengî derbas kiriye û diyar kir, ew ê li dijî feraseta çapemeniya yek alî ya li ser Tirkiyeyê tê ferzkirin, mafê nûçegiritinê yê gel heta dawiyê biparêzin. Kizilkaya bang li her kesên xwedî li pîşe û nasnameya rojnamevaniyê derdikevin kir, ku li cem wan cih bigirin û ragihand, li hemberî vê operasyona bêdengkirinê, ew ê her tim rastiyan binivîsîne. Kizilkaya got, "Ne Gundem bêdeng dibe, ne jî rewşenbîrên Tirkiyeyê."
KARATAŞ: EM NEÇAR IN BIBIN YEK
Seroka Şaxê ÎHD'ê yê Stenbolê Şenel Karataş da xuyakirin, girtin darbeyek li piştevaniyê ye. Karataş da zanîn, ev yek operasyona tolhildanê ye û got, "Piştgiriya ji bo rojnameya Ozgur Gundemê, hêzên desthilatdar tirsandiye. Ev girtin jî nîşaneya vê tirsê ye. Pêwîste bi xurtkirina yekîtiyê bersiva herî mezin ji van gef û zextan re bê dayîn. Dizanin, ku eger mûxalefet bibe yek û piştgiriya hev bike, wê nikaribin li ber vê hêzê bisekinin. Lewma bi zext û bêhiqûqiyê naxwazin em bibin yek."
Karataş bal kişand ser xeteriya bêdengiyê ya li pêşberî zextan û hişyarî da, ku eger bêdengî hebe wê pêkanînên kêfî, derveyî hiqûqê û binpêkirina mafên mirovan her zêde bibe. Karataş got, "Çawa ku me ji bo akademîsyenan, ji bo rojnamevan Can Dundar û Erdem Gul li pêşiya girtîgehan nobed girtin û em bi ser ketin, dem ew dem e ku em heman biryardariyê niha nîşan bidin."