NCKD li Mulhousê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) ku li bajarê Fransa Mulhousê xebatan dimeşîne, duh di kongreyê de rêveberiya xwe ya nû hilbijart.
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) ku li bajarê Fransa Mulhousê xebatan dimeşîne, duh di kongreyê de rêveberiya xwe ya nû hilbijart.
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ku li bajarê Mulhousê xebatan dide meşandin, duh li rêveberiya herêma Grand-Est a ku girêdayî Alsace bi tevlîbûna sedan kesî û endaman kongreya xwe lidar xist.
Di kongreyê de li ser xebatên rêveberiya dema buhrî ya ku bi raportekê hatî amadekriin gotûbêj hatin kirin, li ser xebatên di dema bê de jî nêrin û pêşniyar hatin girtin. Piştî raporê rêvberiya nû ya NCDK hat hilbijartin.
Li aliyê din di kongreya NCDK a li Mulhosuê di çarçoveya xebatên referandûmê de, ji bo lezdayina xebatên ji bo referandûmê û tevlîkirina gelek kesan a ji bo birina ser sindoqan biryar hat kirin.