Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a bajarê Elmanya Munchenê, kongreya xwe ya 2. lidar xist.
ANF
MUNCHEN
în, 6 gulanê 2016, 07:14
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a bajarê Elmanya Munchenê, kongreya xwe ya 2. lidar xist.
Kongreyê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir. Dûre nivîskar Haydar Işik û nûnerê NAV-DEM'ê Bahattîn Dogan axivîn.
Işik banga xwedîderketina li vê pêvajoya dîrokî û berxwedanê kir û bal kişand ser girîngiya meclîsên gel. Işik diyar kir, divê Kurdên li Ewropayê dijîn rêxistinbûyîn û karên meclîsên xwe mezin bikin û bi vî rengî xizmetê ji yekîtiya gelê Kurd re bikin.
Piştî axaftinan û pêşkêşkirina peyaman, karê salekê yê NCDK-Munchenê hat nirxandin û hilbijartin hat kirin.
Di encama hilbijartinê de tevî rêveberiya nû, Taybet Acar û Zafer Karagol ji bo Hevserokatiya NCDK-Munchenê hatin hilbijartin.