NCDK-Hagenê kongreya xwe ya çaremîn lidar xist
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li bajarê Elmanya Hagenê (NCDK-Hagen) 4. kongreya xwe ya asayî lidar xist.
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li bajarê Elmanya Hagenê (NCDK-Hagen) 4. kongreya xwe ya asayî lidar xist.
Kongre bi beşdariya 150 delegeyan li salona NCDK hat lidarxistin. Kongreyê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê yên Kurdistan û cîhanê destpê kir.
Di kongreyê de rewşa dawî ya siyasî hat nirxandin, berxwedanên xwerêveberiyê hatin silavkirin û kongre di şexsê Şehîd Mehmet Tûnç û Asya Yuksel de diyarî hemû şehîdên xwerêveberiyê hat kirin.
Di kongreyê de raporên maliye û xebatê yên salekê hatin nirxandin û qebûlkirin.
Di dawiya kongreyê de endamên Meclîsê û Hevserok hatin hilbijartin.
Kongre bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Şehîd Namirin" bi dawî bû.