NCDK a Swêdê kongreya xwe ya 5'an li dar xist

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swêd (NCDK-Swêd) duh bi beşdariya bi sedan Kurdistaniyan li bajarê Vasterasê kongreya xwe ya pêncemîn li dar xist.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê û hilbijartina dîwanê, Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal axivî û bi bîr xist ku Tevgera Azadiyê ya Kurd û gelê Kurd di pêvajoyeke girîng de ye. Kartal got, bi pêşengiya dewleta Tirk a faşîst, bi desteka Îran, Sûriye û Rûsyayê li dijî Kurdan konsepteke nû heye.

Kartal anî ziman ku tifaqa Erdogan û Bahçelî êrîşên li dijî Kurdan ji bo xwe kirine meseleya man û nemanê û got, "Kurd wê li dijî van êrîşan li ber xwe bide. Ya ev rejîm wê tine bibe û di nava şert û mercên demokratîk de em ê bi rengekî wekhev bijîn, a jî em ê çareseriyeke cuda bibînin. Weke tevger em bi biryar in. Gelê Kurd û Tevgera Azadiyê bi paradîgmaya Rêber Apo gihîştiye qonaxeke cuda. Gelê Kurd xwe li Rojhilata Navîn îspat kir. Em statuya berê ya li Îran, Iraq, Tirkiye û Sûriyeyê qebûl nakin. Ji ber vê yekê, dewleta Tirk gelekî ditirse û ketiye nava panîkê. Lewma bi hemû hêza xwe êrîş dike."

DIVÊ EM HEMÛ SEFERBER BIBIN

Kartal diyar kir ku divê ew vê rastiyê bibînin, li gorî wê tevbigerin û got, "Weke pêkhateyên tevgera azadiyê; jin, ciwan û hemû sazî divê em seferber bibin. Gelê me yê li Rojava bi desteka parçeyên din bi xurtî li ber xwe dide. Ev têrê nake. Ya ku têrê bike, peydakirina çareseriyê û azadî ye."

PARTIYA ÇEP BI SÎSTEMA DEMOKRATÎK A LI ROJAVA RE YE

Parlamenterê Partiya Çep Raniel Riazat bi navê partiya xwe tevlî kongreyê bû û berxwedana li Efrînê ya li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê ku bi rengekî serdemî tê dayin silav kir. Riazat got, YPG/YPJ ne tenê ji bo axa xwe, her wiha ji bo mirovên li welatên Ewropayê jî şer dikin.

Riazat diyar kir, weke Partiya Çep ew destekê didin sîstema demokratîk û wekhev a li Rojava û ji hikumeta Swêdê xwest ku li dijî komkujî û dagirkeriya ku Erdogan û AKP li Efrînê dike helwestê nîşan bide.

HETA KU OCALAN AZAD NEBE, HETA KU DAGIRKER NEYÊN DERXISTIN, DIVÊ EM XWE AZAD NEBÎNIN

Endamê Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E Mûrat Ceylan jî destnîşan kir ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe û di serî de Efrîn heta ku tevahiya Kurdistanê ji dagirkeran paqij nebe, divê Kurdistanî xwe azad nebînin.

EM MAL Û TÛRÎZMA TIRKAN BOYKOT BIKIN

Ceylan anî ziman ku Kurdistaniyên li Ewropayê divê li her qadê rêxistinbûna xwe xurt bikin û got, "Eger em vê bikin em ê hingî karibin hesab ji mêtingeran bipirsin. Bi taybetî wezîfeya me ye ku di dema pêş de em mal û eşyayên Tirkan boykot bikin. Ciwan pêşengiyê ji vê re dikin." Ceylan bang li Kurdistanî û dostên wan kir ku mal û tûrîzma Tirkan boykot bikin.

Di dawiya kongreyê de li gel komîsyonan, ji bo Hevserokatiya NCDK a Swêdê Ferah Bozcali û Ridvan Altûn hatin hilbijartin.

Kongre bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Jin jiyan azadî" qediya.