NCDK a Hannoverê kongreya xwe pêk anî
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a li bajarê Elmanya Hannoverê, kongreya xwe pêk anî.
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a li bajarê Elmanya Hannoverê, kongreya xwe pêk anî.
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a li bajarê Elmanya Hannoverê, kongreya xwe pêk anî.
Kongreyê li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir û Parlamentera HDP'ê ya Wanê Tûgba Hezer û hevserokê NAV-DEM'ê Yuksel Koç axivîn.
Hezer bal kişand ser girîngiya meclîsên gel û destnîşan kir, ku rêxistinbûyîna Kurdên li Ewropayê bi rêya meclîsa, moraleke mezin dide wan.
Koç jî destnîşan kir ku pîvana meclîsbûyînê sekna Mehmet Tûnç û Pakîze Nayir e.
Li dû axaftinan raporên xebatê hatin xwendin û dûre hilbijartin hat kirin.