NCDK a Gallerê kongreya xwe pêk anî
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Gallerê kongreya xwe pêk anî.
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Gallerê kongreya xwe pêk anî.
Kongreya 2. a Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Gallerê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê dest pê kir. Welatiyên ji Efrînê û dostên Kurdan tevlî kongreyê bûn. Di kongreyê de li dijî dagirkirina Efrînê banga geşkirina têkoşînê hate kirin.
Her wiha bang hate kirin ku mal û tûrîzma Tirkan bê boykotkirin.
Piştre rapora karê salekê hate xwendin û nirxandin. Di dawiyê de jî meclîsa ji 37 kesan hate hilbijartn û Şengul Kili û Bariş Aksoy bûn hevserokên NCDK a Gallerê.