Navnîşana meşên 1’ê Gulanê diyar bûn

Endamên DÎSK’ê wê 1’ê Gulanê ber bi Maltepeyê ve bimeşin.

Li Maltepe ya Stenbolê 1’ê Gulanê Roja Têkoşîn û Piştgiriya Yekîtiya Karkeran, wê di pêşengtiya Federasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Federasyona Sendîkayên Karkerên Civakî (KESK), Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB), Yekîtiya Odeya Endazyar û Mîmaran a Tirk (TMMOB) pêk were.

WÊ MEŞ SAET 11:00’AN BIBIN YEK

Meşa yekem a ji bo mîtîngê wê ji aliyê Kartal-Cevîzlî a bûlvara Tûrgût Ozal a aliyê peravê ve li hev kom bibin. Meşa ku ji Kocaeliyê jî bikeve rê wê li Tûzlayê bigihêje hev û meşa duyemîn jî wê berê xwe bidin aliyê peravê û bi meşa yekem re bibin yek. Meş wê saet 11:00’an bibe yek, saet 12:00’an jî ber bi qada ku mîtîng lê pêk we re ve bimeşe.