Navên di Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê de cihê xwe digirin
Navên di Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê de cihê xwe digirin
Navên di Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê de cihê xwe digirin
Endama Konseya Rêveber ya KCK’ê Fatma Adir navê kesên di Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê de cih digirin aşkera kir.
Endama Konseya Rêveber ya KCK’ê Fatma Adir beşdarî nûçeyên Tirkî ên Nûçe TV bû û tekildarî 9’mîn Civata Giştî ya KONGRA GEL de nirxandin kirin.
Adir derbarê guhertinên sîstema KCK’ê de agahî dan û diyarkir ku, ji dervey Konseya Rêveber ya KCK’ê organek jortir ya saziya Serokatiya Giştî ya KCK’ê hatiye avakirin. Adir got: “Rêber Apo bigiştî dengan careke din bo Serokatiya Giştî ya KCK’ê hate hilbijartin. Wek din jî ji bo alîkariya Serokê Giştî Hevserokên Serokatiya Giştî ya KCK’ê hate hilbijartin. Ji van hemû qadên rêxistinî, siyasî û civakî; KCK, PKK, parastina rewa, jin yanî ji hemû mekanîzmayên rêxistinê ên Tevgera Azadiyê berpirsyare. Mekanîzmayekî nû. 3 jin, 3 zilam ji 6 hevalan pêktê.”
Fatma Adir destnîşan kir ku, “Ji 6 hevalan Cemîl Bayik û Besê Hozan weke Hevserokên Konseya Rêveber ya KCK’ê di saziya Konseya Serokaitya Giştî ya KCK’ê de cih girtin.” Fatma Adir navên din yên Konseyê jî wiha rêzkirin; “Murat Karayilan, Mustefa Karasu, Elîf Pazarcik, Sozdar Awesta.”