Navê Aynu'l Ereb li rastiya dîrokî ya Kobanê nayê
Navê Aynu'l Ereb li rastiya dîrokî ya Kobanê nayê
Navê Aynu'l Ereb li rastiya dîrokî ya Kobanê nayê
Cigirê Rektorê Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê Prof. Kadrî Yildirim destnîşan kir, ku navê Aynu’l Ereb ê rejîma Baasê li Kobanê kiriye û di rojê dawî de Serokkomar û Serokwezîrê Tirk bikar tînin, li dîrok û rastiya etnîkî nayê.
Yildirim da zanîn ku Aynu’l Eraeb (Kaniya Ereb) destpêkê ji aliyê Kurdan ve hatiye bikaranîn û di hema Hafiz Esad de navê Aynu’l Ereb dane Kobanê.
Prof. Kadrî Yildirim yê ku dê di demeke Kurd de pirtûka wî ya li ser Kurdên Sûriye û dîroka Rojava dê bê weşandin û her wiha pirûkeke bi Kurdî-Tirkî ya bi navê ‘Êm kobanê nas bikin’ amade dike, li ser dîroka navê Kobanê, sedema ku ji Kobanê re Aynu’l Ereb tê gotin û der barê erdnîgariya Kobanê de axivî.
Kadrî Yildirim diyar kir ku Kobanê navê xwe di 1912’an de ji aliyê Elmanan ve ku li wir xeta trenê ya lezgîn înşa dikirin û tê wateya şîrketa Kompanie/Company digire û got, "Elmanan kevirên reş ên ji bo xeta trenê jî ji gundê Helînç a nêzî girê Miştenûrê aniye."
Kadrî Yildirim di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Navê Kobanê wek Aynu’l Ereb (Kaniya Ereban) tê guhertin. Di çavkaniyên der barê Aynu’l Ereb de ev agahî cih digirin: “Li nêzî Kobanê du kanî hene û navê yekê bi kurdî ‘Kaniya Murşîd’ e. Ev di qeydê Osmaniyan de wek Murşîtpinar derbas dibe. Navê Kaniya din jî Kaniya Erebane. Navê vê kaniyê; erebên ku ji çola Rakkayê diçûn Bakur dema diçûn ser kaniyê û hewcedariyên xwe pêk dianîn demekê li ser vê kaniyê diman. Ji ber ku Ereb li ser vê kaniyê bêhna xwe vedidan navê wê Kaniya Ereban hatiye danîn. Rejîmê piştre di dema Hafiz Esad de ev navê di Kurd de li Erebî wergerandin û ‘Aynu’l Ereb’ li Kobanê danîn. Ji ber vê jî hewl hatiye dayîn ku tiştekî wisa biafirînin ku nifûfa Kobanê jî Ereban pêk tê.
Yildirim diyari ku Peter Lerx herêma Kobanê wek ‘herêm Kurd a Saf’ bi nav dike. Yildirim wiha pê de çû: “Ji berê de Ereban qebûl dikir ku Kobanê cihê Kurdane. Encama ji vir derdikeve eve: “Kaniya ku ji bo Kurdan wek ‘Kaniya Murşîd’ dihat bikaranîn, ji aliyê Osmaniyan ve bo Kobanê dihat bikaranîn û dîsa Kurdanji bo kaniyâ din jî digotin ‘Kaniya Ereban’. Lê Suriyeyê bi navê ‘Aynu’l Ereb’ bo Kobanê bikaraniye. Helbestkarê Sûriyeyê yê diçû Kobanê Dr. Muhammed Magut dema ku dibîne ev kanî ziwa bûye û li wir ereban nabîne vê gotinê bikartîne: “Zehebtu ila Aynu’l-Arab fe lem ecid la aynen ve la Ereben” (Ez çûm Aynu’l-Erabê lê min li wir ne kanî dît û ne jî ereb.)
Yildirim balkişand ser avabûna Kobanê û wiha berdewam kir: “Kobanê di 1982’an de ji aliyê hinek malbatên Kurd û Ermenî ve bi du sê mal û du sê aşan re hatiye destpêkirin. Ermeniyan li ser bûyerên1915’an koç kirine û Osmaniyan jî di vê navberê de navê Murşîtpinarê danîne vir. Di 1911’an de Rêya Hesinî ya Bexda-Berlînê di vir de derbas dibe û piştî vê Kurd berê xwe didin vir. Kobanê herêma herî biçûk a Kurdan ya Sûriyeyê ye. Wek pêvekek deşta Pirsûsê tê hesibadnin. Di alî îradî de girêdayê Rihayê bû û di 1921’ê de piştî Tirkiyeyê sînorê Sûriyeyê diyar kir Kobanê bi Halebê ve hat girêdan û 30 km li rojavayê Çemê Firat cih digire, 150 km li rojhilatê bakurê Halebêye.Kobanê ji navend, Şêxler, Sirrîn û Celebe pêk tê.
350 gundên Koban3e heye û pîvana wê 2730 kîlometre kareye. Nifûsa wê 400.000’ e. Nifûsa wê îro hema hemû ji Kurdan pêk tê û di damezrandina wê de Ermenî jî hebûn. Di bûyerê 1915’an de ermenî reviyan û bi taybet di salên 1960’î de koçî Halep,Ewropa, Ermenîstan û Amerîkayê kirin. Li bajar sê Dêrên Emenî hene. Niha li bajar kêm Ereb û Tirkmen jî hene. Ev Kurdî baş dizanin. Kobanêya ku di pêvajoya Mandaya Fransî de xwedî cihekî stratejîk bû, ji aliyê Fransiyan ve girîng hatine dîtin.Fransiyan li bajar gelek avahî çêkirine. Lê gelek berhemên dîrokî di vê demê de derxistine derveyê Sûriyeyê."
Yildirim di dawiya axaftina xwe de got: “Piştî şerê li Sûriyeyê di Adara 2011’an de destpê kir şûnde Rojava di 19’ê Tîrmeha 2012’an de ket destê Kurdan û Koban li vir Kantona Kobanê, Cizîr û Efrînê av akirin. Hemû cîhanê bala xwe da Sûriye û Rojava. Piştî êrîşên DAIŞ’ê ya li hemberî Kobanê û berxwedana bêhempa ya YPG û YPJ’ê ya li dijî DAIŞ’ê di rojeva cîhanê de cihê xwe girt. Ji ber va pengavê dîrokê ez ketim lêgerîna dîroka Kurdên Sûriyeyê ya hezar salî û di meha çile de ezê pirtûka bi ser navê ‘Dîroka Kurdî ya Giştî û Çand’ ezê biweşînim. Her wiha ez pirtûkeke din ya bi navê em ‘Kobanê nas bikin’ jî dê biweşînim.