NÛ BÛ

NAV-YEK, SMJÊ û PHKÊ 15'ê Tebaxê pîroz kirin

Navenda Yekîtiya Komelên Êzidiyan (NAV-YEK), Sîwana Meclîsa Jinên Êzîdî (SMJÊ) û Platforma Hunermendên Kurdên Êzidî (PHKÊ) 15'ê Tebaxê Cejna Vejînê pîroz kirin.

Navenda Yekîtiya Komelên Êzidiyan (NAV-YEK) û Sîwana Meclîsa Jinên Êzîdî (SMJÊ), bi daxuyaniyeke hevpar 15'ê Tebaxê Cejna Vejînê pîroz kirin.

Di daxuyaniyê de cejna vejînê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Hêzên Parastina Gel, gelê Kurdistanê, gelên Rojhilata Navîn, civaka Êzidî û tevahiya mirovahiyê hat pîrozkirin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, 15'ê Tebaxê ji bo gelê kurd rojeke dîrokî ye û hat gotin, "Di sala 1984'an de wê rojê, gelê Kurd ji koletî, zilm û zora dewleta dagirker re gotibû êdî bes e û dest bi tekoşîna çekdarî kiribû. 

Di encama tekoşîna çekdarî de hebûna gelê Kurd hate qebûlkirin. Gelê Kurd bi demê re êdî ne tenê mafên xwe yên ҫandî û civakî misoger dike, her wiha bûye hêza bingehîn ji bo pêşketina demokrasî û azadiya gelan."

NAV-YEK û SMJÊ dan xuyakirin ku dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê bi konsepteke nû dixwazin tevgera azadiyê tesfiye bikin, vîna gelê Kurd bişikînin û wiha dewam kirin: "Lewma, ji her alî ve êrîşên ji bo tinekirinê zêde kirine. Ji aliyekî ve hemû cureyê şerê psikolojîk tên bikaranîn, ji aliyê din ve operasyonên qirkirinê li dijî hêzên parastina gel û gelê kurd roj bi roj berfirehtir dibin.

Lê em di wê baweriyê dene bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd û tevgêra azadiyê û berxwedana gelê Kurd wê hemû lîstokê dijmin pûç bibin. Bersiva tevgera azadiyê û ya gelê Kurd bilindkirina têkoşîna demokrasî û azadiyê ye."

Daxuyanî bi vî rengî qediya: "Em weke civaka Kurdên Êzidî û Navenda Yekîtiya Komelên Êzîdiyan, di bin her şert û mercî de tevî hemû hêza xwe piştgiriyê didin destketiyên gelê Kurd li rojavayê Kurdistanê, li Ṣengalê û berxwedana gelê xwe li her deverê.

Her wiha em siyaseta dewleta AKP li dijî gelê Kurd û tecrîda li ser Rêber Apo bi tundî şermezar dikin û berxwedana bêhempa ya gelê xwe û ya hêzên parastina gel li dijî hêzên dagirker ên dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ'ê, silav dikin û rizgarkirina Minbicê piroz dikin.

Bi vê bîr û baweriyê, em careke din vê roja pîroz, li hemû gelên bindest û aṣtîxwazan pîroz dikin û serketinê ji gelê me re dixwazin."

Platforma Hunermendên Kurdên Êzidî (PHKÊ) jî bi daxuyaniyekê, Pêngava 15'ê Tebaxê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, tevahiya gelê Kurd, hevrê û dostan pîroz kir û di şexsê fermandarê mezin Egîd (Mahsûm Korkmaz) de hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bi hêviya damezrandina Kurdistana azad bibîr anî.

Di daxuyaniyê de her wiha rizgarkirina Minbicê jî hat silavkirin.