NAV-YEK li dijî êrîşên Iraq ya li ser YBŞ’ê dadikevin qadan

NAV-YEK û Meclîa Şengal a Derveyî Welat bi daxuyaniyekê navnîşanên çalakiyan eşkere kir û di serî de bang li gelê Kurd û bi taybet li civaka Êzidî kir ku bi girseyî tevlî çalakiyan bibin.

Navenda Yekîtiya Komelên Êzîdiya (NAV-YEK) û Meclîsa Şengalê Derveyî Welat (MŞD) bi daxuyaniyekê êrîşa komên ser bi hikûmeta Iraqê ya li dijî şervanên YBŞ’ê hate kirin şeremzar kir û li dijî vê navnîşana çalakiyên ku lidar bixin eşkere kir.

Di daxuyaniyê NAV-YEK û MŞD’ê de hate gotin ku divê li dijî van êrîşên qirêj bêdeng nebin û bang li gelê Kurd û bi taybet li civaka Êzidî kir ku bi girseyî tevlî çalakiyan bibin

NAV-YEK û MŞD anî ziman ku li ser wê ji 19.03.2019 heta 22.03.2019 li hemu deverên Êzîdî li dijîn êrîşan çalakî û mîtîngên hevpar lidar bixin.

Navnîşana çalakiyan:

Celle û Bielefeld: sibe daxuyanî û mîtîng pêk tên.

Bîelefeld: Ji bo tevahiya herêma Bielefeld, OWL û hwd.

Bremen: Ji bo herêma Bremen, Achim-Verden, Sulingen-Nienburg û hwd.

Celle: Ji bo herêma Celle, Hannover, Heidekreis, Hameln, Stadthagen û hwd.

Wesel: Ji bo herêma Wesel, Emmerich, Keleve û hwd.