NAV-YÊK: Em komkujiya Şengalê ya 2007'an ji bîr nakin!
Navenda Yekîtiya Komelên Êzidiyan (NAV-YÊK) bi daxuyaniyeke nivîskî, qurbaniyên komkujiya 14'ê Tebaxa 2007'an a li Şengalê, bibîr anî.
Navenda Yekîtiya Komelên Êzidiyan (NAV-YÊK) bi daxuyaniyeke nivîskî, qurbaniyên komkujiya 14'ê Tebaxa 2007'an a li Şengalê, bibîr anî.
Navenda Yekîtiya Komelên Êzidiyan (NAV-YÊK) bi daxuyaniyeke nivîskî, qurbaniyên komkujiya 14'ê Tebaxa 2007'an a li Şengalê, bibîr anî.
Di destpêka daxuyaniyê de, ev komkujî bi tundî hat şermezarkirin û cangoriyên Şengalê hatin bîranîn.
NAV-YÊK'ê bibîr xist, ku di 14'ê Tebaxa 2007'an de li heêma Şengalê, li bajarokê Til Izêr û komelgeha Sîba Şêx Xidir, hêzên tarî ferman li Kurdên Êzidî rakirin û got, "Di êrîşa hovane ya bi tankêrên bombebarkirî de tevî jin û zarokan bi sedan mirovên bêguneh jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 300 kes bi giranî giran birîndar bûn."
NAV-YÊK'ê da xuyakirin, di ser vê komkujiyê re 9 sal derbas bûne, lê hê jî birînên Şengaliyan nekewiyan e û perîşaniya malbatên qurbanî û windahiyan dewam dike.
'KOMKUJIYA 2007'AN PEYMAN Û DESTPÊKA FERMANA MEZIN A 3'Ê TEBAXÊ BÛ'
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Baṣ tê zanîn komkujiya Ṣengalê ya 2007 peyam û destpêka fermana mezin a 03.08.2014 bû. Piştî van kumkujî û fermanên mezin êdî civaka Êzidî ne ya berê ye û dost û dijminê xwe baş nas dike.
Beri her tiştî eger hikûmeta Herêma Kurdistanê civaka Êzidî weke Kurdên resen dibîne, pêwîste bê cihêkarî û bi nêzikatiyeke pozîtîf ji bo statu, parastin û avakirina Şengalê rola xwe bileyize û civaka Êzidî hembêz bike. Di serî de divê ambargoyê ji ser Şengalê rake, baweriyê bide civaka Êzidiyan û di pratîkê de gavên ber bi ҫav bêne avêtin.
GIRÎNGIYA YEKÎTÎ Û TIFAQA CIVAKA ÊZIDÎ
Ji bo civaka Êzdiya mafên xwe bi dest bixe û li nirxê xwe xwedî derkeve pêwîste yekitî û tifaqa civaka Êzdiya pêk were. Di vê pêvajoya dirokî de, ev erk dikeve ser milê rêxistin û saziyê civaka Êzidî.
Em weke NAV-YÊK'ê ji bo yekîtî û tifaqa Êzidiyan pêk bê, tiştê ji me were xwestin em amade ne bikin.
Banga me li gelê Kurd bi taybetî li civaka Kurdên Êzidî ye, ku di vê pêvajoya girîng de bi erka xwe rabin, li dor rêxistin û saziyên xwe kom bibin û ji bo azadiya Rêber Apo û gelên Rojhilata Nnavîn, bi tevaya hemû hêza xwe piştgirtiyê bidin tekoşîna demokrasî û azadiyê."