NAV-YEK'ê Cejna Çarşema Sor pîroz kir

Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzidiyan (NAV-YEK) Cejna Çarşema Sor pîroz kir a ku ji dîroka qedîm û vir ve wekî sersala Kurdî tê dîtin.

Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzidiyan bi daxuyaniyekê Cejna Çarşema Sor a Êzidiyan pîroz kir. 

Di daxuyaniyê NAV-YEK'ê de hate gotin, "Cejna Çarşema Sor, bi navên ‘Cejna Sersalê’, ‘Cejna Tawisî Melek’, ‘Bûka Salê’ û ‘Roja Afirandina Cîhanê’ jî tê naskirin. Ev cejn, cejna civaka Êzîdî ya herî mezin û watedar e ku ji dîroka qedîm ve wek sersala Kurdî tê pîrozkirin."

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

"Cejna Çarşema Sor, bi navê din ‘Çarşema serê Nîsanê’ li gorî bîr û baweriyên civaka me, roja afirandina cîhanê, peydabûna xêr û bereketa axê ye. Çarşema Sor roja destpêka aştî û aramiyê ye. 

Li gorî mîtolojî û baweriya Êzidiyan, berê cîhan hemû av bû. Di vê rojê de Tawisî Melek ji ezmanan nazilî erdê bûye. Lewma jî li gelek deveran wekî cejna Tawisî Melek tê pîroz kirin. Di vê cejnê de, basimbar (ji benê bi rengê kesk û sor û zer) tê çêkirin. Wateya basimbar xêr, bereket, pêṣîlêgirtina qeda û bela ye. Basimbar li destê jin, mêr, qîz, zarokan, zadan û her tiṣtekî pîroz û navdar ve tê girêdan. Meha Nîsanê, hem destpêka şînbûna xwezayê ye û hem jî bûka salê ye. Di vê cejnê de, baqên kulîlkên rengîn ji xemla Nîsanê bi her ciyekî pêwîst û girîng ve têne daliqandin. Di meha Nîsanê de Êzîdî bûkan dernaxin, ji ber ku meha Nîsanê bi xwe bûka Salê ye."

Di dûmahîka daxuyaniyê de banga parastina Cejna Çarşema Sor li Êzidiyan hat kirin û hat destnîşankirin ku, "Eger em li nirxên xwe xwedî dernekevin, kes nayê me naparêze, rêveberiyê ji me re nake û azadiya me bi hêsanî diyarî me nake. Em neçar in tifaqa xwe çêkin, di her milî de hêza xwe xurttir bikin û çarenûsa xwe bi destê xwe binivîsînin.

Dîsa li welatê me bi destê dijminê hov şerekî qirêj berdewam dike. Girîng e em wek civaka Êzidiyan û saziyên wê, li ku derê dibe bila bibe li dijî zordestiyê û koletiyê têkoşîna xwe bilintir bikin û bi hemû hêza xwe tevlî berxwedana gelê xwe bibin. Bi van bîr û baweriya em cardin Çejna Çarşema Sor li civaka Êzidiyan û li gelê Kurdistanê pîroz dikin û bangewaziyê li tevahiya gelê xwe û dostên civaka xwe dikin ku bi ruhê berxwedana zindanên Bakurê Kurdistanê; li Rojavayê Kurdistanê, li Şengalê û li hemû qadên têkoşînê tevlî pîrozbahiyên Cejna Çarṣema Sor bibin."