NAV DEM: Wê 17’ê mehê Newroz li Hannoverê bê pîrozkirin

NAV DEM: Newroz wê 17’ê mehê li gorî plansaziya hatî ragihandin li Hannoverê bê pîrozkirin. Newroz a ku yek ji cejna herî pîroz a Kurdan e, divê wê rojê di serî de hemû Kurd neçinkar û deriyên karê xwe bigirin û bi malbatî vê cejnê pîroz bikin.

NAV DEM’ê têkildarî Newroza Navendî ya ku wê li bajarê Nannover ê Elmanyayê bê lidarxistin daxuyaniyek da.

NAV DEM’ê têkildarî pîrozbahiya Newrozê ev agahî da:

“Hatibû ragihandin ku wê Newroza navendî ya 2018’an li Hannoverê bê lidarxistin.

Têkildarî Newrozê ya ku berî hefteyekê hatibû ragihandin ku wê li Hannoverê bê lidarxistin, têildarî vê mijarê li ser tevnên civakî agahî û nûçeyên spekulastîf tên parvekirin.

Piştî hevdîtinên li gel rayedarên dewletê têkildarî hinek kêmaniyên ji bo pîrozbahiya Newrozê hebûn hatin zelalkirin û amadekarî di xala dawîn de ne.

Wê pîrozbahiya Newrozê li gorî plansaziya berê hatibû ragihandin ango 17’ê mehê li Hannoverê bê lidarxistin.

Newroz a ku yek ji cejna herî pîroz a Kurdan e, divê wê rojê di serî de hemû Kurd neçinkar û deriyên karê xwe bigirin û bi malbatî vê cejnê pîroz bikin.

Divê hemû gel û kesên ji bo pîrozbahiya Newrozê berê xwe bidin Hannoverê divê al, sembûl, pankart û dowîzên têkildarî berxwedan Efrînê lig e xwe bîne.

Di serî de bang li gelê Kurd û Asûrî-Sûryan, Elewî, Êzidî û hêzên demokrat, alîgirên azadî û aştiyê dikin ku biherikin qada Newrozê. Bi hev re hemû reng û pêkhate, heta bi milyonan kes kom bibin û berxwedana Efrînê silav bikin û dengê xwe bilind bikin."