NAV-DEM û YJK-E ji bo Şengalê banga lezgîn a çalakiyan kirin
Êrîş û hewldanên dagirkeriyê yên hêzên PDK'ê yên pişta xwe dispêrin dewleta Tirk ên li Şengalê, ji aliyê saziyên Kurd ên li Elmanya ve bi tundî hatin şermezarkirin.
Êrîş û hewldanên dagirkeriyê yên hêzên PDK'ê yên pişta xwe dispêrin dewleta Tirk ên li Şengalê, ji aliyê saziyên Kurd ên li Elmanya ve bi tundî hatin şermezarkirin.
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Elmanyayê (NAV-EM) û Yekîtiya Jinên Kurd li Elmanyayê (YJK-E) daxuyaniyeke hevpar weşandin û bang li Kurdan û dostên wan kirin, ku bi lezgînî dakevin qadan.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, li her çar parçeyên Kurdistanê derfetên azadiyê ji her demê bêhtir in û hat destnîşankirin, ku êrîşa hevpar û hevkariya bi dewleta Tirk re wê zerarê bide tevahiya Kurdistanê.
'BILA VÊ HELWESTA NEXÊR BITERIKÎNIN'
Di dewama daxuyaniya hevpar de hat gotin, "PDK, ku ji destpêkê ve xwe ji xeta yekîtiya neteweyî-demokratîk vedigire û bi dijminên Kurdan re timî hevkarî kiriye, herî dawî êrîşî civaka me ya Êzidî kir, ku ji aliyekî ve DAIŞ, li aliyê din jî dewleta Tirk êrîşî vê civaka me dike. Wateya van êrîşan eşkere ye. Em vê helwesta PDK'ê bi tundî şermezar dikin û bang lê dikin ku derhal vê helwesta xwe ya nexêr a li hemberî civaka Êzidî û tevahiya gelê Kurd, biterikîne."
BANGA LI GEL Û SAZIYAN
Di dawiya daxuyaniya hevpar de bang li meclîsên YJK-E, NAV-DEM sazî û rêxistinên Êzidî, Elewî, Misilman û hemû Kurdan hat kirin, her wiha bangn li şoreşger, demokrat, welatparêzan hat kirin ku li dijî êrîş û dagirkeriya PDK û dewleta Tirk a li Şengalê, dakevin qadan.