NAV-DEM ji bo pêvajoya nû amade ye
NAV-DEM’ê ji bo pêvajoya nû plansaziyên xwe temam kirin. NAV-DEM a ku wê hê bi organîze bixebite, ji bo endamtiyê jî bang kir.
NAV-DEM’ê ji bo pêvajoya nû plansaziyên xwe temam kirin. NAV-DEM a ku wê hê bi organîze bixebite, ji bo endamtiyê jî bang kir.
Desteya nû ya Rêveberiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Elmanyayê (NAV-DEM) civîna xwe ya yekem li dar xist. Di civînê de li ser esasê lihevkirinê kongreyê, plansaziyên somût û parvekirinên kar çêbûn.
Desteya rêveber a ji 51 kesan pêk tê, bi nûnerên desteyên çavdêrî û dîsîplînê re xwe wek komîsyonên xebatê bi rêxistin kirin. Xebatên NAV-DEM’ê yên li 9 eyalatan xwe bi rêxistin kiriye wê li ser komîsyonên Têkîliyên Gel û Rêxistinbûyin, Karên Derve, Çapemenî û Enformasyon, Çand û Huner, Jin, Ciwan, Ziman û Perwerde, Xebatên Baweriyê, Spor, Maliye, Koç û Penabertiyê bên meşandin. NAV-DEM a ku Desteya Koordînasyona ji 11 kesan jî damezirand, ji bo alîkariya hevserokan Fatoş Goksûngûr û Bahattîn Dogan jî Yildiz Fîlmcî û Îsmet Kem diyar kir.
LI DIJÎ QIRKIRINÊ TÊKOŞÎNA ÇALAK
Rêveberiyê heta civîna xwe ya piştî 3 mehan, xebatên tevahî komîsyonên xwe diyar kir. Di serî de Şengal, Rojava û Bakurê Kurdistanê, rêveberiyê li dijî pêkanînên dewleta Tirk, rêxistinên terorîst ên wek DAIŞ, El Nûsrayê bang kir.Ji bo xwedîderketina çalakiyên li Elmanyayê, bang li gelê Kurd û dostên wan kir.
Her wiha da xuyakirin ku ji bo pirsgirêk û pêwîstiyên ku Kurdistanî li Elmanyayê hevrû tên jî wê xebat û projeyên di qadên perwerdehî, çandî, hunerî, sporê de pêş bixin.
BANGA ENDAMTIYÊ
NAV-DEM, hedef dike hejmara endamên xwe zêde bike, dîsa bang li Kurdan û dostên li Elmanyayê kir ku bibin endam û bi awayekî çalak tevlî xebatên endamtiyê bibin.