NAV-DEM: Ji bo em faşîzma AKP-MHP'ê têk bibin, biçin ser sindoqan!

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Elmanya (NAV-DEM), bang li hilbijêrên 'NA' yên ku dengê xwe bikar ne anîne kir ku ji bo dîktatoriyaTayyîp Erdogan û faşîzma AKP-MHP'ê têk bibin, biçin ser sindoqan.

NAV-DEM'ê têkildarî referandûma ku dixwazin faşîzma AKP'ê bi qanûn bikin, daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniya nivîskî de wiha tê gotin: "Referandûma ku heta 9'ê Nîsanê berdewam bike, heta niha hilbijêrên NA yên ku dengê xwe bi kar ne anîne, hefteya dawî ku dengê xwe bikarbînin û karê herî giring û bi lezgin ev e. Encamên referandûmê di destpêkê de pêşeroja Bakurê Kurdistan û hemû parçeyên din yên Kurdistanê ji nêz ve eleqedar dike. Ji bo vê sedemê Kurdistaniyên ku li Elmanyayê mafê wan yê dengdayinê heye, ji bo ku encamê diyar bikin bi tekez pêwîste biçin ser sindoqan.

'JI BO KU PÊŞIYA FELAKETÊ WERE GIRTIN...'

Di rewşekî ku dîktatoriya Erdogan qezenç bike de, faşîzm û terora AKP'ê ya ku bi şêweyê qanûnkirî, di destpêkê de ji bo gelê Kurd û hemû hêzên demokrasî yê wê bibe felaket û bela. Ji bo pêşigirtina vê felaketê, Kurdistanî û hemû hêzên demokrasiyê biçin ser sindoqan. Di referandûmê de ku eniya 'NA' bi serbikeve, wê teror û faşîzma AKP'ê têk biçe û pêdiviyek mezin ji bo avakirina Kurdistaneki xweser û azad, Tirkiyekî demokratik û Rojhilata Navin hêzekî ya tekoşînê derbikeve pêş. Ji bo vê sedemê hefteya dawî ku hilbijêrên NA biçin ser sindoqan û eniya NA weke milîtanekî seferber bibe."

Di dawiyê de NAV-DEM'ê daxwaz ji Meclîsên Navendên Civaka Kurd a Demoratîk û rêxistinên hevpar yên xebatê kir ku heta 9'ê Nîsanê bi şêweyî herî giring û lezgin planên xebatên xwe bikin.