NAV-DEM: Em li dijî qedexeyê bi awayekî xurt tevlî çalakiyan bibin
NAV-DEM: Em li dijî qedexeyê bi awayekî xurt tevlî çalakiyan bibin
NAV-DEM: Em li dijî qedexeyê bi awayekî xurt tevlî çalakiyan bibin
NAV-DEM bang li her kesî kir ku tevlî çalakiyên ku wê di sala 21’emîn de, li dijî qedexeya li ser PKK’ê bên lidarxistin bibin.
Navenda Civaka Kurd a Elmanyayê (NAV-DEM) bi daxuyaniyeke nivîskî weşand û bang li hemû Kurd û dostên wan kir ku tevlî çalakiyên ku wê li dijî qedexeya li ser PKK’ê ya li Elmanyayê bibin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku wê roja Şemiyê li sê bajaran û wê roja 6’ê Kanûnê jî li bajarê Kolnê bi daxwaza rakirina qedexeyê çalakiyên mezin bên lidarxistin. NAV-DEM’ê bal kişand ku qedexeya li ser PKK’ê ketiye sala 21’ê û bi hezaran Kurd di çarçoveya vê qedexeyê de hatine cezakirin û saziyên Kurdan têne krîmînalîzekirin.
NAV-DEM’ê di daxuyaniya xwe de mînakên berçav da û diyar kir ku Serokê Komeleya Essenê F.C. xwest li Balafirgeha Dusseldorfê serlêdana kar bike, lê ji ber ku serokê komeleyê bûn serlêdan hate redkirin, rûniştina rêveberên YEK-KOM’ê B.D. û A.Z. ji ber xebatên komeleyan hatine betalkirin, sala 2009 ji ber ku di Newrozê de, di landika zarokê bi navê E.B. de alên KCK’ê hatin dîtin, doz li malbatê hate vekirin, nûçegihanê rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka yê Bremenê ji ber nûçeyên amade kiribû, daxwaza wî ya ji bo hemwelatiyê hate redkirin, I.K. ji ber xebatên wî yên siyasî hemwelatiya wî hate betalkirin, li Heilbornn û Stuttgartê hemwelatiya gelek endamên komeleyên Kurdan hatin betalkirin. NAV-DEM’ê bi bîr xist ku herî dawî Parlamentera Partiya Çepgir Nicole Gohlke bi armanca balê bikişîne ser qedexeyê ala PKK’ê di Meclîsa Federal de vekir, mafê wê yê destnedanê hate betalkirin.
MILYONEK KURD HATIN KRÎMÎNALÎZEKIRIN
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku bi vê qedexeya li ser PKK’ê polîtîkayên tevlîbûn, hevsengiyê asteng dikin û di heman demê de pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê bi awayekî nerênî bandor dike. NAV-DEM’ê ragihand ku mîlyonek Kurd ji ber vê qedexeyê tên krîmînalîzekirin.
Di berdewama daxuyaniyê de gerîlayên HGP, YPG û YPJ’ê li Şengal û Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê têkoşîneke mezin dimeşînin û weke li hemû cîhanê jî li Elmanyayê PKK’ê cihekî girîng di nava dilê gel de girtiye.
BANGA RAKIRINA QEDEXEYÊ
Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Îro gelek partiyên siyasî, siyasetmedar û rêxistinên sivîl, rewşenbîr daxwaz dikin ku qedexeya li ser PKK’ê bê rakirin. Em weke Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Elmanyayê NAV-DEM bang li hikûmeta Elman dikin ku qedexeya li ser PKK’ê rakin û ji bo pirsgirêka Kurd bi awayekî aştiyane bê çareserkirin bi sazî û partiyên siyasî yên Kurd re diyalog pêk bînin.”
ROJA ŞEMIYÊ LI ÇAR CIHAN ÇALAKÎ
Di dawiya daxuyaniyê de bang li her kesî hate kirin ku bi awayekî xurt tevlî çalakiyên ku wê bi daxwaza rakirina qedexeyê li bajarên Frankfurt, Stuttgart, Munîh û Kolnê bên lidarxistin bibin. Navnîşan û dîroka çalakiyan wiha ye:
Meşên ku wê 29’ê Mijdarê pêk bên
* Frankfurt
Navnîşan: Li ber Frankfurt HBF Saet: 15:00
* Stuttgart
Navnîşan: Lauterschlager Str, li ber Stuttgart Hauptbahnhof, saet :14:00
* Munîh
Navnîşan: Max-Joseph Platz, Saet:14:00
6’ê Berfanbarê Meşa Konferansa Wezîrên Navxweyî
*Köln
Navnîşan: Friesenplatz/Ring Köln, Saet:13:00